Nivîskar û rojnamegerê Ereb ê Iraqê Elî Nacî ev du sal in doza gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dişopand û her wiha li ser fikr û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî lêkolîn dikir. Elî Nacî di encama lêkolînên xwe yên van du salan de pirtûka xwe ya bi navê ‘Tifengên Aştiyê, Tirkiye û PKK ji Oslo ber bi Îmraliyê ve’ derxist.
Elî Nacî têkildarî naverok û mijara pirtûka xwe ji RojNews´ê re axivî û got; “Ez xebat û têkoşîna gelê Kurd ji nêzde dişopînim. Dizanim Kurd çawa şoreşger e. Nexasim jî yên ku li ser fikra birêz Ocalan in. Ev du sal in ez doza gelê Kurd li Tirkiyeyê dişopînim û li ser lêkolînan dikim. Her wiha di pirtûka xwe de min bal kişandiye ser siyaseta hikûmeta Tirk ku di tevahiya dîrokê de çawa hewl daye gelê Kurd tine bike. Min çend caran serdana Qendîl kiriye. Li vir ez li gel berpirsên PKK’ê rûniştime. Niha jî heftane li ser heman mijarê ez nivîsan dinivîsim.”
Ji pênc beşan pêk tê
Elî Nacî derheqa naveroka pirtûkê de ev agahî pêşkeş kir: “Pirtûka min ji pênç beşan pêk tê. Di beşa yekem de qala mêjûya Kurd, Tirkiyeyê û şoreşên dijî hikûmeta Tirkiyeyê ji serdema Osmaniyan heya digehe hikûmeta AKP’ê dike. Di beşa duyemîn de jî qala damezrandina PKK’ê û heya agirbesta dawiyê ya navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de dike. Her wiha beşa sêyem jî li ser mijarên guftûgo û agirbestên navbera dewleta Tirk û PKK’ê de dike. Beşa çarem de jî li ser guftûgoyên navbera birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta Tirk de ne. Di beşa dawiyê de jî rêbaza şer a PKK’ê li hemberî artêşa Tirk û xwerêveberiya Rojavayê Kurdistanê min girtiye dest.”
Elî Nacî got; “Ev yekem pirtûka min e li welatên Ereb û Iraqê tê belavkirin. Di demek nêz wê wergera wê ya bi zimanê Kurdî jî derkeve. Her wiha di bernameya min de nivîsandina pirtûkek din a derbarê şerê PKK li dijî DAIŞ’ê li Iraqê heye.”
SORAN MIHEMED/ROJNEWS