Li bajarê Elmanyayê Kasselê bi navê "Ne dema henekan e" (Schluss mit lustig) pêşangeheke karîkaturan het vekirin.
Ji Diyalog İstanbulê, Sabine Kuper-Busch, xebatên karîkaturan ên kovarên mîzahê yên li Stenbolê der diçin û nexasim jî ên Leman û Uykusuzê anîne cem hev. Pêşangeha li Caricaturra a li Kasselê dibêje, wan "50 karîkaturîstên navdar ên li Tirkiyeyê alîgirên azadiya çapemeniyê ne, anîne cem hev û nîşan didin çawa bi xetên karîkaturan bi awayekî orîjînal, afirîner, hunerî û pêşverû li Tirkiyeyê mirov dikare bixebite."
Bi karîkatûran Tirkiye
Pêşangeha li Caricatura Kasselê doh bi amadebûna Martin Sonntag, Tan Cemal Genç, Remize Erer pêk hat û ew derfet û bêderfetiyên xebata hunerî pê re rûbirû nîşan dide li Tirkiyeya bi Rewşa Awarte (OHAL) û Biryarnameyê di Hukmê Qanûnê (KHK) tê birêvebirin.
Di pêşangehê de tê dîtin ka karîkaturîst kîjan kod û şîfreyên xêzan bi kar tînin ji bo ku li sansûrê nealiqin.
Di dema pêşangehê de wê civînên sohbetê bi karîkaturîstan re bên kirin. Di vê çarçoveyê de Sabine Küper-Büsch û karîkaturîst Tan Cemal Genç behsa serpêhatiya pêşangehê bi xwe jî bikin.
Dîsa Kurdistan nedîtin
Di pêşnagehê de bi giştî 70 karîkatûrên qederê 50 karîkaturîstên tên pêşandan û ya rastî ew yîn avangardên mîzaha Stenbolê ne. Ji ber vê yekê jî xet ûş rengên mîzaha gelemperiya Tirkiyeyê û ya Kurdistanê cihê xwe nagirin. Bi vî rengê xwe mîzaha li Stenbolê asê mayî û rexneyên wan ên hunerî li siyasetê û nexasim jî Erdogan jî bi awara wan a ji Stembolê ve asê dimîne. Ango sansûra li dijî çapemeniya Kurd û zextê li dijî wê, çawa ku Stembol bi qasî Marsê dûrî Kurdistanê be, di nava karîkatûran de jî û di nav pêşangehê de jî cih nagire. Dogan Guzel ê ku bi Qirix derketî pêş, yan jî ji rêûresma Pîne li Tirkiyeyê karîkaturîst hene ku herî zêde bûne mexdûrê sansûr û zextên dewletê, çawa dibe ku quncikeke wan jî nebe li vê pêşangehê.
Bi her halî pêşangeha ku rexneyên li dîktatoriya Erdogan a li Tirkiyeyê digire doh vebû û heta 27´ê Tebaxê wê di navbera saet 12-19´an de vekirî be.
NAVENDA NÛÇEYAN