HENAR ÎBRAHÎM / ANHA/HESEKÊ

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku di 9`ê Cotmeha 2019`an de dest pê kir, şêniyên herêmên Girê Spî û Serêkaniyê neçarî koçberiyê bûn. Nêzî 9 hezar koçber ji herêmên cûda ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin di kampa Waşûkanî de hatine bichkirin û praniya wan ji Serêkaniyê, gundewarên wê û navçeya Zirganê ne.

Hejmara zarokên di kampê de 3 hezar û 720 e. Ew li benda roja xwe ne. Awirên wan wisa dibêjin. Jixwe di vê rewşê de ew zaroktiyê nas nakin. Vê çarenûsê ji destpêk ve temen û barekî mezin daniye ser milê wan. Wêneyên li kampa Waşûkanî hatine girtin, nîşan didin ku tevî zehmetiyan hemûyan jî awirên di wan de tolhildan hene, bedew û rind in.