Awustralya ku ji aliyê daristanan ve dewlemend e, ji bo emîsyona gaza serayê kêm bike, dixwaze heta sala 2030’î milyarek darî biçîne.

Awustralya ji bo armancên di peymana Avhewayê ya Parîsê de bi cih bîne, dixwaze heta sala 2030’î milyarek darî biçîne. Awustralya niha di bin bandora germa zêde de ye. Ev yek jî ji hin aliyan ve weke encama germahiya global tê dîtin.

Tedbîra ekolojîk a bi rengê çandina daran, ji aliyê Serokwezîrê muhafezekar Scott Morrison ve hate dayîn. Li gorî agahiyên di rojnameya The Mercury de, ji bo projeya ku maliyeta wê 12.5 milyon dolar in, neh herêm hatine diyarkirin. Ev herêm jî ji Tazmanyayê dest pê dike û digihêje bakurê parzemînê. Awustralyayê di çarçoveya peymana avhewayê de soz dabû ku heta sala 2030’î bi rêjeya 26 heta 28 ji sedî emîsyona gaza serayê kêm bike.

 

  ANF / SYDNEY