Fatma Mohan ya (54) û Metîn Mohan yê (64) salî li gundookek ku wekî Gelî tê binavkirin bi tena serê xwe dimînin û 20 sal in hesreta rûyê mirovan in. Gundok di navbera çiya û li rex çemê Şaxê ye û xweşîkiya xwezayê bala mirov dikişîne, gazinca malbata Mohan ewe ku li vir kes nîne, kes naçe û nayê. Malbatê diyar kirin ku berê bi rençberî û mêşvaniyê debara xwe dikirin û ji ber şerê li herêmê û operasyon û zextên leşkerî hemû tişt li pey xwe hiştine. Ji ber ku temenê wan mezin bûye, nikarin rençberiyê bikin û tirsa wan ewe ku koçberî bajar bibin. Eger herdu hevser ji axê bên qutkirin dê damarê jiyana wan jî bên qutkirin û hêviya wan ewe ku welatiyên ku li gundok dijiyan careke din vegerin.
Fatma Mohan destnîşan kir ku carnan bi mehan rûyê kesekî nedîtin û ji ber tenêtiyê zehmetî kişandine. Mohan bilêv kir ku nikare zextên leşkeran terîf bike û wiha got: "Carnan hevserê min ji ber zextan gundok terk dikir û ez tenê dimam. Carnan ji ber ku me av daye kesekî ku di rê de derbas dibe, leşker dihatin zext li me dikir û serî li tundiyê didan. Ji bo em gund terk bikin her tişt anîn serê me. Carnan ji bo xwe ji leşkeran veşêrim, diçûm diketim çem û xwe li wir vedişart." Mohan da zanîn ku çavê wê li rê ye ku rojekê vegerin û wiha got: "Axa me cihê ku em nefesê digirin e. Ax ji bo me jiyan, namûs û çavkaniya jiyanê ye. Bila kesên ku axa xwe terk kirine, vegerin."
DIHA/WAN