
Rastiya civakê, nirxên civaka komûnal huner û nirxên civaka xwezayî bi hunermendên kantona Efrînê û rengê jinê, bi bernameya ax u welat tê nasîn. Ji sala 2011´an ve bernama ax û welat li kantona Efrîne tê çêkirin.
Pêşkeşvanê bernamê şerif Mihemed ji bo bernameyê dibêje, “Bi sedan hunermend û kesayetên navdar li kantona Efrînê hene. Li ser mîrateya Bavê Salih Cemîl Horo, Elî Tico û Navdarê Kurd Nurî Dersimî ku bi berhemên xwe tên zanîn, bingeha vê ne. Di heman wextê de di nava civakê de cihê wan yê diyar heye. Van hunermend û navdarên Kurd ji bo dîrok û hunera gel, nirxên pîroz ava kirin. Jiyana bedew û dewlemendiya Efrînê jî hejayî gotin, dîtin û jiyanê ye. Bi despêkirina şoreşa Rojava re li seranserê bakurê Surî bi taybetî li kantona Efrînê Jiyana civakî, rengê jinê, keda jinê, û hunera civakî bi rastîya gel u dengbêjan tê dewam kirin û tê vegotin. Her hefteyê carekê, ji bo danasîna xwezaya Efrînê û nirxên civaka kominal derdikeve pêşberî temaşkeran. Li her gund navçe û bajarê Efrînê hewl didim ku xebatên civakî ragihînîm. Ez ji sala 2011´an ve li gund û navçeyên bajarê Efrînê digerim û bernameya ax û welat bi ekîba xwe re amade dikim û ji gel re pêşkêş dikim.
ENES YILDIZ / EFRÎN