TEV-ÇANDê li ser wefata Egîdê Cima ji me re nivîsek şand û tê de got, “Em ji ber wefata Mîrê Fîqê, Egîdê Cimo, xemgîn in û dibêjin, Erkek ji yê me ye, ku em Egîdê Cimo tevî Fîq, Mey, Zirne û keda wî ya salên dirêj jîndar bikin.”

Sazbendê Kurd ku li nava tevahiya civaka Kurd de weke Mîrê Fîqê/Bilûrê dihat nasîn, Egîdê Cimo, 30´ê Çile çû ber dilovaniya Xwedê. Egîdê Cimo 4´ê Çile li gundê Qamîşan ê ser bi Oktobaryayê li Ermenistanê li goristana malbatê hat veşartin. TEV-ÇAND´ê li ser hunermendê nemir metnekî bibîranîn û rêzgirtinê ji me re şand. Metna bi sernavê Ax wetan ax, weke li jêr e:

“Mîrê Fîqê, Hostayê Meyê, Hunermend Egîdê Cimo, roja 30´ê Çileyê 2019´an li Êrîvanê koça xwe ji nav me bar kir û çû ber dilovaniya xwedê.

Kurdên ku ji ber zor, zilmê û talaniya roma reş ango Osmaniyan hew dikarîbûn li ser axa xwe bi aramî bijîn, di salên 1918´an de (û beriya wê), tevî Ermeniyan bi deh hezaran sirgûnî deverên Qafqasyayê hatin kirin. Di rêwingiya koçbarkirinê de, di serî de zarok, jin û kalemêr, bi hezaran însan ji ber birçîbûn, tîbûn û zilma giran, ya derî mirovayetiyê, jiyana xwe ji dest da. Malbata Egîdê Cimo jî, yek ji wan bû, ku hatibûn koçbarkirin.

Serpêhatî û welatê pêşiyan

Sed sal di ser vê bûyera dîrokî re derbas bûn. Lê Kurdên ku hatin koçbarkirin, ne êş, ne kul û ne jî dîroka reş, ya ku bi serê wan de hatibû, ji bîr nekir. Du xalên sereke, keser, axîn û hesret, hîna kêlî bi kêlî di jiyana wan de dijîn. Yên ku di rê û zoriya koçbarkirinê de jiyana xwe ji dest dane, qet ji bîr nekirine. Gava çîroka xwe vedibêjin, hesreta welat careke din wan vedigerîne cî û warê bav û kalan.

Mirov bi hêsanî ji van herdû xalên sereke têdigihêje, ku Lorîna fîqa Egîdê Cimo tije kul û axîn e. Di awaza meya Egîdê Cimo de, nalîn û hesreta welat vedigot.

Temenekî dirêj, tije hesret û hewqasî jî huner bû para jiyana wî.

Fîq, mey û zirne

Egîdê Cimo, hîna di temenê xwe yê biçûk de, dixwaze ji hesret û kesera koçbarkirinê re, bibe melhem.

Di heşt saliyê de dest bi fêrbûna Fîqê dike. Ne dirêj, di demeke kin de ew fêrî bikaranîna Meyê û Zirneyê jî dibe.

Di salên 1955´an de wekî muzîkjenekî di beşa Kurdî de, di radyoya Êrîvanê de, dest bi karê huner dike. Di salên 1967´an de Înstîtuya hunerî bi dawî dike û dîplomaya xwe ya dibistana bilind jî werdigire.

Hevalê Karapêt, Aram û Zadîna Şakir

Egîdê Cimo li gel beşdariya dawet, şahî û şînên devera xwe, ji gelek stranbêj û dengbêjên navdar, yên derdorê re jî bûye alîkar. Ji wan kesan Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Efoyê Esed, Aramê Tîgran, Aslîka Qadir, Zadîna Şakir û geleke din alîkariya wî standine.

Egîdê Cimo bi temen û hunerê xwe xizmeta kaniya resen ya stranbêjiya Kurdan kir. Loma, hunermendekî welatparêz bû. Hezkiriyê axa welat bû. Hunerê wî werivî nav dilê hemû hunermend û hunerhizan.

Egîdê Cimo, li şûn xwe, ji me nivşan re toraseke dewlemend ji ya awaz, newa û tije stranên resen hişt.

Em, wek TEV-ÇANDê, ji ber wefata Mîrê Fîqê, Egîdê Cimo, xemgîn in û dibêjin, Erkek ji yê me ye, ku em Egîdê Cimo tevî Fîq, Mey, Zirne û keda wî ya salên dirêj jîndar bikin. Bera axa wî bihuşt be. Serê civaka Kurd, Êzîdî û Hunermendan sax be.”

 

 NAVENDANÛÇEYAN