Cenazeyê ji du gerîlayên HPG’ê yên di çalakiya li dijî Midûriyeta Polîsan a Pozanti ya Edeneyê de jiyana xwe ji dest dayî Yakup Nas (Şiyar Rênas) li Mêrsînê hat definkirin. Piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê malbatê cenaze wergirt û anî Mêrsînê. Dihat plankirin ku cenazeyê Nas li Mizgefta Nur a li taxa Mevlana ya navçeya Toroslerê bi meşekê bê definkirin lê piştî bi Walîtiya Mêrsînê ve hat astengkirin li Mizgefta Abdulkadîr Geylanî ya li taxa Demîrtaş bi dehan wesayîtan ve birin Goristana Guneykentê.
Bi fermana walîtiyê ji bilî riya goristanê hemû riyên din ji trafîkê re hatibûn girtin û dema cenaze derbas dibû polîsan tedbîrên gelek dijwar girtin.
‘Kefen na kincên min kirîn dê li xwe bikira’
Dayîka Nas Maşallah Nas li ser gorê giriya û bi lorîn got, “Axê neavêjin ser kurê min. Kefen na, kincên min jê re kirîn dê li xwe bikira. Ez li benda vegera wî bûm. Min ji wî re kinc kirîbûn. Dê hatiba û ew kinc li xwe bikira.” Piştî karên definkirinê welatî derbasî taziyeya ji bo Nas li taxa Demîrtaş a Toroslarê hatî danîn bûn.
DÎHA/MÊRSÎN