
´Axîn bikin Axsîn´
Botan, yanî bi navê di qeydên dewletê de Recep, niha 23 salî ye. Li bajarê Almanya Dortmûndê dijî. Botan ê ku 8 sal in li Almanyayê ye li vir kûaforiyê dike. Hevsera wî Rojda ya par zewicîbûn jî, heman çarenûsê parve dike. Navê wê jî yê di nasnameyê de Nazli ye. Trajediya nav a Botan û Rojda di sala 2013'an de jî dewam dike. Malbatê ji bo navê Axîn bide keça xwe ya beriya 3 mehan hat dinyayê serî li Konsolosiya Tirk a li Essenê da, lê belê konsolosiyê bi sedema ku tîpa 'X' di alfabeya Tirk de nîne, nav red kir. Rayedarên konsolosiyê pêşniyar kir ku di şûna Axîn de navê Aksîn li keça xwe bikin. Lê belê malbata Kop ev pêşniyar red kir.
´Hîn jî navên Kurdî qedexe ne´
Bav Botan Kop anî ziman ku ji bo derxistina nasnameyê ew çûne konsolosiyê û helwesta li wir lê rast hatine, ew matmayî hiştine û got, "Me dizanîbûn navên Kurdî qedexe ne. Lê belê bi 'Pakêta Demokratîkbûyînê' ya herî dawî ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hat aşkerakirin, me digot qey ev qedexe ji holê rabûye. Di mijara pirsgirêka Kurd de sozên ku AKP di teoriyê de tîne ziman, di pratîkê de bersiva xwe nabîne. Ev yek nîşan dide ku ev zîhniyeta înkar û tinekirinê hînê dewam dike."
´Emê doza mafê xwe bikin´
Botan Kop diyar kir ku ew dixwazin bi tenê nvaê dixwazin li keça xwe bikin û wiha axivî: "Eger ez Kurd bim ezê navê Kurdî li zarokên xwe bikim. Ev yek kesî eleqedar nake. Bi zorê ji me xwestin ku em navê xwe biguherînin. Gotina bila ne Axîn, bila 'Aksîn' be. Sosretiyeke bi vî rengî dibe? Tişta tîne serê me gelekî komîk e. Ji ber vê yekê emê bidin dû mafê xwe. Emê rêyên hiqûqî bixin navberê." Dayik Rojda Kop jî bibîr xist ku navê wê û yê hevserê wê nehatiye qebûlkirin û dixwaze teqez navê keça wê bi Kurdî be. Dayik Kop ragihand ku ji bo vê çi pêwîst be ewê bikin û dê nav neguherînin. Parêzerê malbata Kop Bariş Yeşîl jî nerazîbûn nîşanî vê pêkanînê da û da zanîn ku ji bo ev nav were qebûlkirin wan dest bi têkoşîna hiqûqî kirine. Parêzer Yeşîl got, "Li Almanyayê navê vê keçê Axîn e lê Konsolosiya Tirk vê qebûl nake. Ev biryareke ne rast û nayê fêmkirin e. Emê li dijî vê têbikoşin."
ALÎ GULER/ANF/DORTMÛND