Îbrahîm Ayhan ê ji HDP’ê de ji bo du deman parlemeteriya Rihayê kirî, ji ber ku dilê wî sekinî, rehmet kir.

Îbrahîm Ayhan ê di nava HDP’ê de heta hilbijartinên 2015´an ji bo du deman parlemeriya HDP’ê ya Rihayê kiribû. Ayhan doh berê sibehê di encama celta dil de, jiyana xwe ji dest da.

Parlamenterê HDP’ê yê berê yê Rihayê Îbrahim Ayhan, li Bajarê Hewlerê yê Herêma Başûrê Kurdistanê, doh saet di 01.00’ê de nexweş ketiye û paşê ji ber ku dilê wî sekinî rehmet kiriye.

Hevjîna Îbrahîm Ahyan, Rezan Ayhan agahî piştrast kir û diyar kir ku ew ê biçin Hewlerê û cenazeyê Ayhan wergirin û li Rihayê defin bikin.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan di serdema 24 û 25’an de wekîltiya Rihayê kiribû. Îbrahim Ayhan, di 5’ê Cotmeha 2010’an de ji doza KCK’ê hatibû girtin û di 3’ê Çileya 2014’an de hatibû berdan.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi peyamekê sersaxî ji malbat Îbrahîm Ayhan re xwest û diyar kir ku têkoşîna Ayhan wê rêya wan diyar bike û têkoşîna wan xurt bike.

KCD’ê di peyama xwe de got, “Wefata hevalê me Îbrahîm Ayhan, ji bo siyaseta demokratîk û gelê me êş û windahiyeke mezin e.

Di serî de sersaxî ji gelê Riha, malbat, gelê me û Partiya Demokratîk a Galan re dixwazin. Xudê hevalê me Îbrahîm Ayhan bi rehma xwe şa bike.”

 

HEWLÊR / AMED