Jinên Kongreya Star bi rêya SKYPE´ê bi jinên Birîtanyayê re axivîn û asta karê jinên Kongreya Star gotûbêj kirin. Endamên Kongreya Star û rêxistina Institue of Contemporary ARTS (ICA) bi rêya SKYPE telekonferansek organîze kirin. Di konferansê de bi navê Koordînasyona Kongreya Star Evîn Swêd, bi navê YPJ a Akademiya Enternasyonal Asmîn Ronî û li ser navê Komîteya Aboriyê ya Kongreya Star Hîvda Serêkaniyê axivîn. Konferans li Salona Sînema ya ICA’yê pêk hat û beşdar bi giranî li ser karên Kongreya Star ên li Rojavayê Kurdistanê û astengiya dewletan a li pêşiya beşdarî û alîkariya înternasyonalîstan sekinîn. Malbatên cangoriyên înternasyonalîst amade bûn Jina akademîsyen ku beriya niha hatibû Rojava, Rahila Gupta hem nihêrîn û çavderiyên xwe, hem jî asta konferderalîzma jinan û pêşengtiya wan anî ziman. Akademîsyen û hunermend Jaye ya akademîya Jinê jî helbesteke li ser Şoreşa Jinê ya li Bakurê Sûriyeyê û Rojava xwend. Rojnamevan û nivîskara Hindistanî, Rahîla Gupta û endama Kongreya Star Rûhaş Şêx konferans organîze kir. 200 jin tevlî konferansê bûn. Xaltîka Hêlîn Qereçoxê (Victoria Cambell) ku di berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bû li konferansê amade bû. Her wiha malbatên cangoriyên înternasyonal jî tevlî bûn. Bi 28 jinan dest pê kir Evîn Swêd, di destpêkê de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê weke şoreşa jinê bi nav kir û bi xêrhatina hemû jinên aktîvîst kir. Evîn Swêd got, “Kongreya Star bi 28 jinan dest bi karê xwe kir û îro hejmar gihaye bi deh hezaran jinan. Vê rêxistinê bi jinên Kurd dest pê kir, niha giha bi hezaran jinên înternasyonalîst, Suryan, Ereb, Kurd, Ermenî û Keldan.” Piştre li ser navê Yekîneyên Parastina Jinê(YPJ) ya Akademiya Înternasyonalîst Asmîn Ronî axivî. Asmîn Ronî qala têkoşîn û berxwedana YPJ’ê kir û got, “Azadî ne bi tenê pirsgirêka jinên Kurd e. Pirsgirêka hemû jinan e.” Di dawiya telekonfearnsê de sînevîzyonek li ser danasîna karê Kongreya Star hate kirin û konferans bi qîrîna dirûşma “Jin jiyan azadî” qediya. QAMIŞLO