Çalakvanên Grêva Birçîbûnê ya Bêdem a ku ji 1’ê adarê ve li Strasbourgê dest pê kiribû, daxuyaniya KCK’ê û saziyên Ewropayê li ber çavan girt û got: “Ji bo lezdayîna xabatên van saziyan û derfeta birehetî karibin tevbigerin were dayîn em diyar dikin ku çalakiya grêva birçîbûnê gihiştiye armanca xwe û ji îro pêde em dawî li çalakiya xwe tînin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakiya grêva birçîbûnê ya ku bi tevlîbûna 15 Kurdistaniyan bi navê ‘Înîsiyatîfa ji Ocalan Azadiya’ da destpêkirin, tenduristî, ewlekarî û azadiya Reber Gelê Kurd Abdullah Ocalan xiste navenda xwe û di nava daxwazên xwe de bi 6 xalan hatine formulekirin. Di serî de xala rakirina tecrîda li ser Rebere Gele Kurd Birêz Abdullah Ocalan cih digirt.
Înîsiyatîfê diyar kir ku armanca wan ew bû ku ew polîtîkaya tecrîd û îzolasyona giran a di nava raya giştî de mîna sîstema Îmralî tê nasîn hîn bêhtir deşîfre bikin û saziyên têkildar di vê mijarê de berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi vê mebestê di serî de Konseya Ewropayê, CPT û DMME’a ku ji pêvajoya darizandina ‘Rêber Apo’ heta bi şert û mercên jiyanê û binpêkirinên di warê tenduristî û ewlekariyê de her wiha herî dawî jî ev 9 meh in ‘Serok Apo’ tu agahî ne hatiye wergirtin, bi malbat û parêzêrên wî re hevdîtîn pêk nayê.

Çalakî gihişt asteke nû 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çalakî gihiştiye asteke nû û wiha hat gotin: “Ev 52 roj in em çalakiya grêva birçîbûnê ya bê dem didomînin. Em dixwazin ji rayagiştî re ragihînin ku çalakiya me di rewşa heyî de gihiştiye asteke nû.”
Çalakvanan da zanîn ku wan bi çalakiya grêva birçîbûnê daxwaziyên mafdar û rewa yên gelê Kurd, her wiha azadiya Reber Gelê Kurd gihande şêwazekî ramanê û nêzîkbûneke cidî di vê mijarê de derkete holê. Çalkvanan wija domand: “Di serî de saziyên Yekitiya Ewropayê û saziyên din ên têkildar, me daxwaziyên xwe bi şêwazekî xurt gihandin wan û di nava wan de me hişmendiyek jî afirand. Em dibînin ku eniyeke berfireh a dostan ku bi gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya doza mafdar dimeşîne re piştgiriyek pêk hatiye. Dîsa Kurdistaniyên leheng û fedekar ên bi me re, her roj û her dem bi gotin, dûa, çalakî û keda xwe kete nava tevgereke mezin û tu caran jî em bi tenê nehiştin, bi vê yekê re jî raxiste ber çavan ku di mijara azadiya Reber Apo re xwedî hewldaneke çiqasî mezin in.”

Azadiya Ocalan 
Çakvanan destnîşan kir ku daxwaziya tenduristî, ewlekarî û azadiya Reber Gelê Kurd Ocalan wekî kampanya ye wê berdewam bike. Lingê herî bingehîn ê vê kampanyayê yê mîna azadî gengaz e û bi têkoşînê dikare were afirandin wek hişmendî û biryarbûnê afiriye.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çalakiya me di roja 52’mîn de piştgiriyeke mezin a rayagiştî girtiye û wiha dom kir: “Di rewşa heyî de em gihiştine baweriya ku ji bo rakirina tercrîda li ser Reber Apo ji bo avêtina gavên destpêkê wê ji aliyê saziyên Yekitiya Ewropayê biryar werin girtin.
Di vê mijarê de daxuyaniya Sekreteriya Konseya Ewropayê ya 13’ê nîsanê û daxuyaniya Serokê Parlemena Ewropayê ya 18’ê Nîsanê, dîsa hin hevdîtinên derdorên dostan ên bi hin saziyan re ev baweriya me zêdetir bû û em gihiştin wê encamê ku daxwaziyên me wê ji aliyê saziyên têkildar ve li ber çavan werin girtin û di pratîkê de dê îfadeya xwe jî bibînin.
Herwiha di ve mijarê de 20’ê nîsanê KCK jî daxuyanî da ku ev çalakî gihiştiye armanca xwe.  Ji bo lezdayîna xabatên van saziyan û derfeta birehetî karibin tevbigerin were dayîn em diyar dikin ku çalakiya grêva birçîbûnê gihiştiye armanca xwe û ji îro pêde em dawî li çalakiya xwe tînin.” 

STRASBOURG