Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Solothurn ê Swîsreyê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir.

Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Solothurnê (NCDK-Solothurn) li ber stasyona trenê pêk hat û pankarta li ser nivîsandî “Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re” û posterên Ocalan hatin hilgirtin.

Çalakgeran dirûşmên “Terorîst Tirkiye, kujer Erdogan”, “Dîktator Erdogan” gotin. Nûnerê CDK’ê li qada çalakiyê axivî û îşaret bi tecrîdkirina Ocalan a şidandî kir. Nûner bal kişand ser fikarên li ser tenduristî û jiyana Ocalan û ji bo meşa navendî ya îro ya li Swîsreyê jî banga beşdariyê kir.

Meş wê îro saet 14’an li Theodorskirchplatz a bajarê Baselê dest pê bike.

 

ANF/SLOTHURN