Operasyona Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) a ji bo rizgarkirina bakurê Reqayê, bi tevahiya hêza xwe di roja 5’an de dewam dike.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê, şervanên QSD’ê di çerçoveya operasyonê de bi çekên giran ên weke doçka û hawanan baregehên çeteyên DAIŞ’ê yên li rojavayê gundê Hîşa Mezin yê nêzî çemê Çelebê hedef digirin û li vir şerên dijwar diqewimin. Hêzên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê ji hewayê ve destekê dide operasyonê.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî têkîldarî operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê doh daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê detê gotin ku li herêma Girê Spî, li eniya Eyn Îsa, doh saet 09:30'an balafirên Koalîsyona Navnetewî li mewziyên çeteyên DAIŞ’ê ên li gundê Tilsemen ê li başûrrojhilatê Eyn Îsayê xistine. Di encamê de maşîneyek û topeke çeteyan hatine rûxandin. Dîsa doh saet 11:45’an balafirên Koalîsyonê li nuqteyên çeteyan ên li gundê Hezîma yê li başûrê Eyn Îsayê xistine û li vir jî maşîneyeke çeteyan rûxandine. Di encama vê bombekirina dawî de 8 çeteyên DAIŞ´ê hatine kuştin."


Ji bo ewlekariyê û nîşana bawerî bihevanînê

Ji ber ku doh wênegirekî ajansa nûçeyan a Fransî AFP´ê wêneyekî eskerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE)weşandibû, hem di çapemeniyê de û hem jî di siyasetê de ev yek pirr hat minaqeşekirin. Ji aliyê eskerî ve berdevkekî Koalîsyona dijî DAIŞ´ê yê Emerîkî got, ev yek miameleyeke normal a teknîk e ku du armancên wê hene. Yek jê ew e ku ewlekariya eskeran zêdetir be ya din jî ew e ku alî li hev bibanin û nîşana bawerî bihevanînê ye. Di heman çarçoveyê de hat gotin ku ev prosedûreke rûniştî ye. 


Nerazîbûna Tirkiyeyê

Herçî Tirkiyeyê nerazîbûna xwe di asta bilind de ji vê yekê nîşan da. Di rastiyê de nerazîbûna Tirkiyeyê ji operasyonê bi xwe bû. Wezêrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin ku nabe were qebûlkirin ku eskerên artêşa DYE´yê nîşanên YPG´ê bi xwe bikin. Wezîr ew qasî da nav ku bibêje ev yek durûtî ye. Wezîr piştî ku da nav meseleyê pêşniyaz kir ku eskerên Emerîkî nîşanên DAIŞ û Boko Haramê jî bi xwe ve bikin. 

Berdevkê wezareta bergiriyê ya DYE´yê yê Pentagonê, Peter Cook jî li ser mijarê bersiva Çavuşoglu da û got, "Eskerên Hêza Taybet li hin deveran dema dikevin nav hêzên herêmî ji bo ku ewlekariya xwe misoger bikin dikarin tevlî nav wan bibin."

 

Înşela Tirkiye wê aciz bibe

Hevserokê PYD´ê Salih Muslim jî doh dema bersiv da pirsên rojnamevanê Holendî Wladimir van Wilgenburg. Li ser pirsa  li ser mijarê a weke gelo Tirkiye wê aciz nebe ji eskerên DYE´yên bi nîşanên YPG´ê, Muslim got, "Înşaelah wê aciz bibe". Ev hevpeyvîn hîna nehatiya weşandin û rojnamevanê navbirî di ser hesabê xwe yê twitterê ev agahî belav kir.  


 NAVENDA NÛÇEYAN