Operasyona Cenga Mezin, di roja 66’an de didome. Di operasyona Cenga Mezin de heta niha 10 tax ji destê DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û bi hezaran welatiyên sivîl hatin rizgarkirin. Kesên ku piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ew li Reqayê ji destê DAIŞ'e azad kirin, çêja azadiyê bi avêtina cil û xeliyên reş li ser xwe û nîşaneya serkeftinê didin der. Endamên DAIŞ'ê ku di nava bajêr de hatine dorpêçkirin her roj tên kuştin. Şervanên QSD'ê bi hawara sivîlên di destê DAIŞ'ê dene diçin û wan ji koletiyê rizgar dikin. Bajar kolan bi kolan, tax bi tax kêlî bi kêlî ji destê DAIŞ'ê tê azadkirin, sivîlên ku ji zilma DAIŞ'ê tên azadkirin jî li herêmên ewle tên bicihkirin. Sivîlên li warên ewle bi cih dibin bêhnek fireh dikişînin û çêja aramî û azadiyê derdixin. Kêf, kelecan û matmayîna sivîlên ji taxa Nezlit Şehadê ya Başûrê Reqa hatin azadkirin, li reng û rûyê wan xwe dide der. Zarok bi ken û nîşaneyên serkeftinê, jin jî bi avêtina cil û xêliyên reş azadiyê pêşwazî dikin. Hin kes jî kêf, hezkirin û kelecana xwe bi hembêzkirina şervanan nîşan didin. Hemû kesên hatin rizgarkirin û azadkirin spasiyên xwe tînin ziman. 


Kargeha mayinan a DAIŞ'ê hate rûxandin 

Li gorî agahiyên ji kolanên şer, kargeha mayînan a li taxa El Beyatrayê hatiye teqandin û li vê herêmê 10 çete hatine kuştin. Li aliyê din, li taxa Hîşam Ebdulmelîk a li başûrê Reqayê, pêr bi şev şerekî giran qewimî. Di vî şerî de 19 çete hatin kuştin.

Îro jî gelek sivîl ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û li herêmên ewle hatin bicihkirin.


29 çete hatin kuştin 

Li gorî danayên pêr êvarî li ser ajansên nûçeyan belav bûyî 29 çete du nava du rojan de hatin kuştin. Li Taxa Nezlit El-Şihadê ya ku dikeve başûrê bajêr şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ`ê de rû da û di encamê de 1 jê sekvan 7 çete hatin kuştin û şervan li vê taxê bi pêş ve çûn. Li taxa Hîşam Ebdilmelêk 1 jê sekvan 6 çete hatin kuştin.

Di şerê li taxa Berîd a dikeve bakurê rojavayê bajêr de jî 5 çete hatin kuştin.

Li taxa Reqayê Kevin jî 4 çete hatin kuştin û li taxa Rewda jî 7 çete hatin kuştin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN