KJK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîddeta li Jinê daxuyaniyek weşand û bang li jinên dinyayê bi taybetî jinên Kurd kir ku têkoşîneke hevpar bikin, yekîtiya jinê biafirînin, bi vî rengî li ber şîddeta li jinê rabin û tevlî çalakiyan bibin.
Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir, bi sekn, berxwedan û karê hêzên azadiyê û jinan wê diyar bibe ku sedsala 21’ê wê xwedî karekter û rêveçûneke bi çi rengî be û diyar kir, “Di qadên aborî, siyasî, civakî û xweparastinê de em jin bi afiradina rêxistiniya xwe, bi rêvebirina xwe bi xwe û bi reng û rêxistiniya xwe ya li dijî sîstemê dikarin her roj û her kêliyê tebikoşin û bi rêbazên afirîner dawî li tundiya li dijî jinê bînin. Têkoşîna azadiyê ya jinan bi rêxistiniya hevpar û bi avakirina sîstemeke jinê dikare bê biserxistin.“
ANF/BEHDÎNAN