Em di serî de dikarin wisa bibêjin ku parastina ziman, parastina bîr, bawerî, wijdan û giyanê mirovan e. Ev hemî li ser ziman bê şert û merc azadiya ramanê dihewîne.

  CANO ŞAKIR  

Di nava Kurdan de, temenê wê bi dîroka wê re heye. Li Welatê me Kurdistanê, ji olên weke Êzîdî, Cihûtî, Xiristiyanî Misilmanî û wekî din, hê gelek komên din ên etnîkî û olî hene, bi hev re rêz û hurmetek mezin didine hevdu û bi hev re dijîn. Ev rêzgirtin weke xelaka pirr girîng a di temenê azadîya derbirinê de ye û avakirina zimanê me ye.

Li welatê me li Kurdistanê, bandor û perwerdehiya dagirkeran li mejî û hişmendiya gelê Kurd, bûye wek nexweşiyeke bê derman û şûnşopa dijwar a çanda serdestan hîna hewldan û rêbazên xwe yên talankirina giyan û laşê zimanê me dewam dikin.

Ji bo têkbirin û lawazkirina vê çanda zexta serdestên welatê me, pêdiviyek mezin bi pêvajoyeke mezin heye. Kurd di nava xwe de wê çawa vê pêvajoyê ava bikin? Jixwe, me di serî de gotibû hemî ol û bawerî li ser bingeha avakirin û xurtkirina ziman bi hev re jiyan kirin, dikare bi pêş keve.

Ev navendên lêkolînan ne tenê dikarin vê rûreşî û keysbaziya serdestan têk bibe, di heman demê de wê geşbîniyekê têke dilên nivşê nû yên ku aşiq û xemxurê zimanê xwe ne.

Metirsiyên li ser ziman û rêyên çareseriyê

Ji bo ku em bikaribin vê metirsiya mezin li ser çavên dîroka qirkirna çandê ya herî girîng ya li ser ziman bidine alî hewcedarî bi livandina wijdanê rewşenbîran û ziman zana heye, ji ber dema em dibêjin ziman hebûne wê demê pêwistiyek mezin heye her kes yên ku xwe bi mijarên ziman û edbyatê diwestînin di serî kesên  rewşenbîr vê hebûna ku heyî biparêzin.

Em di kêliyên xweyî  reşbînane yên ji bo parastina  ziman de nema dizanin û dikarin vî ewrê tirsê li ser çavê zimanê xwe bidin alî. Çima? Ev ziman bi sedan salan wek lastîkê li ber germa rojê hatiye velerzandin û hatiye binpêkirin û li ber pêlên asîmlasyonê diqîre û bang dide, dibêje, min biparêzin ji destên celadên qirrkirina ziman û çandê.

Jixwe, em bi şewat û qêrînan li ber wê tava ku zimanê me biraştî, mezin bûne. Vê tirsê, kesên xwedî wijdan dikarin bi projeyên çandî û edebî bidin alî û vemalînin bi vekirina navendên çandê û hinek derfetan.

Zimanê me dewlemend e, lê hîna hinek zexmbûn jê re divê. Di hinek ciyan de têra ramanên bi coş nake. Dema ku em  dikevin nav lêger û zanistên cihanî em baş tê derdixin ku ziman sist dibe û nirxê wî li beramberî çanda cihanî a naskirî kêm dibe.

Di vir de em neçar dimînin  em behsa dîroka zimanê Latînî an jî ên Yewnanî dikin.

Ev hêza gotinên di nava gel de qet em nabihîsin û nabînin. Ji ber ku ew gotinên, her kes bi kar tîne, êdî bedewiya wan wenda bûye. Helbûkî, hinek gotin û peyvên gelek xweşik hene, lê di nav gel de xweşikî û bedewiya wan çilmisiye. Tenê kesên ku pozên wan bêhn dike, digihîje tehma wan.