
Muslim di civîna gel de bûyerên dawî yên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn nirxand.
Muslim têkildarî sîstema ku ava dikin de ev nirxandin kir: “Li pêşiya me têkoşîneke dijwar heye. Mebesta min ne aliyê leşkerî ye. Têkoşîna leşkerî ji xwe rojane dewam dike. Em niha li Rojava sîstemekê ava dikin. Bêguman em vê sîstemê ne tenê ji bo Rojava, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dixwazin. Ev sîstem, sîstemeke demokratîk a jiyana bi hev re ya gelan e. Em vê sîstemê jî bi navê federalîzmê pênase dikin.“
‘Bab gelekî girîng e’
Muslim destnîşan kir ku ji aliyê stratejîk ve Bab gelekî girîng e û derbarê planên dewleta Tirk û rewşa heyî de wiha afxiî: “Tirkiye naxwaze têkiliya xwe bi DAIŞ‘ê re bibire. Ji ber vê yekê bi tank, top û balafirên şer diçe wê derê. Niha xwe negihandiye Babê. Ez ne bawerim ku karibe xwe bigihîne. Yên me ji aliyê rojhilat ve bi qasî 7-8 kîlometreyan nêzî El Babê ne. Bi 10 kîlometreyan li başûrê El Babê jî hêzên rejîmê hene. Artêşa Azad a Sûriyeyê derew e. Ev ne artêş in, ne azad in, ne jî Sûriyeyî ne. Di vê mijarê de Koalîsyona Navneteweyî hê biryarek nedaye. Artêşa Tirk xwest bi pêş ve biçe, yên me ew sekinandin. El Bab hê jî di destê DAIŞ‘ê de ye. Dewleta Tirk hê jî têkiliya xwe ya bi DAIŞ’ê re nebiriye. Hêzên li wir şer dikin ne QSD ne, hêzên herêmî yên li wê derê ne, Meclîsa Leşkerî ya El Babê ye, Cephetul Ekrad e.“
Benbiva Erdogan da
Hevserokê PYD’ê Salî Muslim li ser daxuyanî û gefên Serokomarê Tirk Tayyip Erdogan de jî wiha axifî: “Dema em ji Rojava lê temaşe dikin, di navbera Erdogan û Bagdadî de ti cudahî nîne. DAIŞ li Sûriyeyê çi dike, Erdogan jî li Bakurê Kurdistanê heman tiştî dike. Piştgiriya ji bo gelê Bakurê Kurdistanê yek ji berpirsyariyên me ye. Tayyîp Erdogan radibe ji bo Demîrtaş dibêje ‘Bila YPG were we rizgar bike’. Dixwazim vê yekê ji vir bêjim; rizgarkirin wan deynê li stûyê me ye! Dewlet me neçar dihêle vê bêjin. Belê, em ê heta dawiyê têbikoşin, heta azadiya Demîrtaş û hevalên wî.”
ANF / LONDON