Rojnamevan û şêwekar Zehra Dogan ku ji rojnamaya Ingilîzî The Independent re axivî, got: “Ez li pişt deriyên hesinî bûm, lê azad bûm. Dewletê ez di warê fîzîkî de girtibim jî di warê zîhnî de ti carî negirtime.”

Edîtora Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ya bi Beriyara di Hukmê Qanûnê de (KHK) de hat girtin, rojnamevan-şêwekar Zehra Dogan di dema êrişên deweta Tirk ên li dijî xwerêveberiyan de li Nisêbînê bi hinceta ‘propangandaya rêxistinê’ kiriye, hat girtin û di 24’ê Sibatê de ji Hepsa Jinan a Tarsûsê hat tehliyekirin.

Zehrayê tiştên li Nisêbînê qewimîn, wiha vegotin:

“Ez nû ji girtîgehê derketim, lê ez bêdengkirinê red dikim. Ji ber ku min Nisêbîn xêz kir, ez hatim girtin. Lê piştevaniya navneteweyî hesab nekirin. Li Tirkiyeyê di 2015’an de li bajarên Kurdan şer qewimî û ez wek rojnamevaneke Kurd çûm wir. Çapemeniya alîgir tenê agahiyên hêzên ewlehiyê parve dikir.”

Li dijî sansurê medyaya civakî

Wê li ser parvekirina çavdêriyên xwe got, “Me ji herêmê nûçe weşandin, me tiştên me dît û li wir qewimî, vegotin. Lê nûçeyên me ji aliyê çapemeniya Tirk ve nehatin dîtin. Malperên nûçeyên me di wan de dihatin weşadin, dihatin sansurkirin. Min jî êş û hilweşîn a li Nisêbînê xêz kir û di çapemeniyê de parve kir. Ji ber ku di çapemeniya civakî de sansur tine bû, min her tim parve kir.

Zehrayê got, “ Nûçe û wêneyên min, kirin hinceta girtina min. Di hepsê de ewil destûr dan ez wêneyan xêz bikim. Bi saya piştevaniya kesên li derve, firçe, tuwal û boya hatin hepsê. Min jin fêrî xêzkirina wêneyan jî dikirin. Lê ji ber zextên zêde, şandina van alavan jî hat qedexekirin. Min jî alavên xwe bi xwe afirandin. Firçeya min ji perê çûkê yan jî porê jinan bû. Boyaxa min fêkî û sebze bûn. Min serî netewand.”

Wan ji bîr nekin

Zehrayê got, li Tirkiyeyê hikûmet çapemeniyê kontrol dike û her çiqas dengê wan bê birrîn jî, piştevaniya navnetweyî muhim e: “Wêneyên min ên li Tirkiyeyê wek terorîst hatin nîşandan, li Ewrûpayê hatin raxistin. Rêxistinên navneteweyî ji bo berdana min bang kir. Ev piştgirî bêguman ne tenê ji bo min bû, ji bo hemû jin, hunermend, siyasetvan û akademîsyenan bû. Ez li pişt deriyên hesinî bûm lê ez azad bûm. Dewlet di warê fîzîkî de ez heps kiribim jî di warê zîhnî de ti carî ez negirtim.”

Zehrayê di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku bi hezaran kes ji ber fikir û nihêrînên xwe girtî ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev mirov bi qasî ku girtîgehên Tirkiyeyê veguherin saziya herî mezin a cihanê, zêde ne. Lê lênûskên wan jî tên desteserkirin, pirtûkên wan tên qedexekirin, berhemên hunerî yên çê dikirin jî parçe dikin. Wan ji bîr nekin, deng bidin dengê wan. Çi ji destê we tê bikin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN