Li Ewrûpayê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan dewam dikin û zêde dibin, îro û sibe jî wê çalakî bi rengê girseyîtir dewam bikin.
Kurdistaniyên li Ewrûpayê û dostên wan, ji bo tecrîdkirina Ocalan şermezar bikin û doza azadiya wî bikin, çalakiyan li dar dixin.
Parîs: Ji bo balkişandina tecrîdkirina Ocalan, doh di roja sêyemîn de çalakiya konvedanê li Parîsê dewam kir. Nûnerên HDK-Fransa û ACTIT’yê ji bo piştgiriyê çûn serdana kon û li wir axivîn. Siyasetvanê Kurd Murat Ceylan di axaftina xwe de got, tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e.
Marsîlya: Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê jî ji bo balkişandina ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, çalakiya dezgehdanînê ya sê rojan dewam kir, doh jî li Meydana Vieuex Portê 16.00’an dest pê kir û heta derengî şevê dewam kir.
Viyana: Çalakiya konvedanê ya li paytexta Awusturyayê Viyanayê, doh di roja xwe ya sêyemîn de dewam kir. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakî îro jî dewam dike.
Saarbrucken: Li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê çalakiya konvedanê bi heman armancê hate lidarxistin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û hevserokê NAV-DEM’ê Dexîl Îbrahîm axivî û anî ziman ku azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e.
Mannheim: Li bajarê Elmanyayê Mannheimê jî ji bo protestokirina tecrîda li dijî Ocalan û bidestxistina azadiya wî, çalakî hate lidarxistin. Çalakî îro jî dewam dike.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û naveroka wê hat xwendin. Çalakî îro di navbera saet 16.00 û 18.00’an de jî li dar e.
Frankfurt: Çalakiya konvedanê ya li bajarê Elmanyayê Frankfurtê doh di roja xwe ya duyem de dewam kir. Kurdistaniyên ku li Haupwacheyê saet 17.00’an kon vedayî, pankarta “Ji Kurdistanê re statu, ji Ocalan re azadî” û posterên Ocalan daliqandin.
Luzern: Li bajarê Swîsreyê Lûzernê, li pêşiya stasyona navendî saet 12:00’an ji bo balkişandina tecrîdkirina Ocalan çalakiya konvedanê hate destpêkirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û pankarta, “ji Kurdistanê re statu, ji Ocalan re azadî” hate daliqandin. Çalakî wê li heman cihî îro jî bidome.
Solothurn: Çalakiya li meydana Amphaus a bajarê Solothurn ê Swîsreyê hatî lidarxistin, bi pankartên bi zimanên Kurdî, Elmanî, Ingilîzî û Fransî bala xelkê kişand ser tecrîdkirina Ocalan û doza “ji Ocalan re azadî” li ser wan hat nivîsandin. Li kon posterên Ocalan û alên PKK û TJK-E’yê hatin daliqandin û seranserê rojê belavok hatin belavkirin.
Zurîch: Çalakiya konvedanê ya li bajarê Swîsreyê Zurichê wê îro jî dewam bike, û doh di roja xwe ya sêyem de agahdarkirina xelkê bajêr derbarê tecrîdê de dewam kir. Di çalakiya li meydana Stauffacherê de li ber pankarta “ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” belavok hatin belavkirin.
Stockholm: Li paytexta Swêdê Stokcholmê, Kurdistanî û dostên wan ji bo protetokirina tecrîdê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û xelk hat agahdarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Kurdistaneke bê Ocalan wê nebe
Jinên Kurd ên li bajarê Krasnodarê yê ser bi Rûsyayê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir. Banga yekîtiyê li Kurdan hate kirin û nerazîbûn ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hate nîşandan.
Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Jinên Kurd a Krasnodarê, Dîlber Wekîl ve hate xwendin. Wekîl tecrîd şermezar kir û banga xurtkirina têkoşînê li gelê Kurd kir.
Dîlber Wekîl got, “Dijminên gelê Kurd ji her çar parçeyên cihanê li dijî gelê Kurd ketine nava tevgerê û li dijî gelê Kurd polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê didin meşandin. Jiyaneke bê Rêbertî em qet naxwazin, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de politîkayên şidet û qirkirinê li ser gelê Kurd tên meşandin. Divê hemû Kurd ên li cihanê zanibin heta ku. Bila miletê me bizanibe Kurdistaneke bê Ocalan wê nebe. Qedera gelê Kurd bi qederea Ocalan ve girêdayî ye.”
Nerazîbûn ji Nêçîrvan Barzanî
Wekîl di dewama axaftina xwe de Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistan û Nêçirvan Barzanî ji ber daxuyaniyên wan protesto kir û got; “Divê Nêçîrvan Barzanî bizane bi Tirkan re nabe dost û vê nêzîkatiya wî, em şermezar dikin.”