Jinên devera Raperînê, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan kir û ragihand ku heta Ocalan azad nebe, jin jî azad nabin, ji ber wê, ew ê xebatên xwe yên ji bo azadiya Ocalan dewam bikin.  

Çalakiyên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê dewam dikin. Pêr jî li navçeya Kelar û navçeya Ranya meş hatin lidarxistin. Têkildarî çalakiya jinan, jina bi navê Esmer Resûl a ji Ranya got, “Wek jin, em ê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di xebat û çalakiyên xwe de dewam bikin. Ji ber ku heta Rêberê Gelê Kurd Ocalan azad nebe jin jî azad nabe.”  Esmer Resûl ji welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî ji jinan xwest ku bi yek deng û yek helwêstê ji bo azadiya Ocalan xebatê bikin.


 Dengê azad nayê birrîn

Li ser heman mijarê jina bi navê Zîlan Mûsa ji bajarokê Sengesera ser bi Raperînê jî wiha nêrînên xwe îfade kirin: “Di şexsê Rêber Apo de hemû gelê Kurd û bi taybet jin hedef hatiye girtin. Dewleta Tirk xwest bi girtina Rêber Apo gelê Kurd, hemû dengên azad  û bi taybet jina azad bê îrade bike. Lê gelê Kurd û jinên azad bi xebat û tekoşîna xwe bi dewleta Tirk da nîşandan ku nikarin dengên azad bibirrin.”

Di dawî de Zîlan Musa diyar kir ku Abdullah Ocalan, gelê Kurd û bi taybetî jin kirin xwedî îrade û niha jî jin û gelê Kurd ji bo azadiya Ocalan xebatê dikin.

Ocalan sala 1999’an bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Ji wê rojê heta niha di girtîgeha yek kesî ya li Îmraliyê de tê ragirtin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve jî tecrîdeke mutleq li ser wî heye. Ji wê demê ve tenê carekê birayê Abdullah Ocalan, Mehmed Ocalan 11’ê Îlona 2016’an karîbû li Îmraliyê birayê xwe bibîne.


ELÎ QADIR/ROJNEWS/RAPERÎN