Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên kon vedanê ên li Frankfûrtê û Kolnê dewam dikin. 

Kurdistaniyan û dostên wan, 20’ê Hezîranê, sêşema bihurî, li bajarê Elmanyayê Kolnê nobeta kon dabûn destpêkirin; Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duren û Bergeheîmê nobet pêr dewr girt.

Di çalakiyê de ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kolnê pêk hat, li gel pankart û afîşan rojnameya zemînê jî hate amadekirin. Di rojnameyê de ku li ser kaxezên A3 hatibû nivîsîn, behsa tecrîd, îzolasyon û êşkenceya li Ocalan a li Zindana Îmraliyê hate vegotin.
Di pankartê de ku wêneyê Ocalan li ser hebûn, bi Elmanî ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aşîtî’ hate nivîsîn. Di çalakiyê de danezaneke ku pêvajoya Ocalan ya li Îmraliyê vedigot, hate xwendin.  Çalakî wê heta şemiyê bidome. Çalakî her roj di navbera saet 16.00-19.00’an de ye.

Îro NCDK´ya Leverkusenê û Navenda Giştî ya FEDA’yê nobetê dewr digirin, roja înê (sibe) NCDK ya Aaschenê û roja şemiyê jî NCDK´yên Kolnê û derdorê dê nobetê dewr bigirin.


Polêsan xwe li posterê Ocalan ranegirt

Kurdistaniyên li bajarê Elmanyayê Frankfurtê û derdorê  ji bo ku balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan li Meydana Haupwachê çalakiya 3 rojan a konvedanê dane destpêkirin.
NCDK yên Frankfurt, Maînzê û Meclîsên Jinan bi hevkarî çalakî organîze kirin. Bi dezgeha li ber Haupwache Primakê hat danîn, û di navbera saet 16.00-19.00’an xelkê hawîrdorê hat agahdarkirin û sîstema Îmraliyê hat vegotin.
Di çalakiye de pankarta ji Ocalan re azadî hat hilgirtin û bi sedan belavok hatin belavkirin. Polêsên Elman xwe li posterê Ocalan ê li kêleka konê dezgehê daliqandî negirt û ew poster desteser kir. Çalakiya Kurdistaniyan îro jî li heman cihê dê dewam bike. 


 KOLN/FRANKFURT