
Cemîl der barê politikaya Serokwezirê Tirk Recep Tayîp Erdogan de, da zanîn ku Erdogan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ne ji dil û cidî ye û wiha axivî; "Erdogan li gorî hesabên xwe dixwaze nêzikatî nîşanî pirsgirêka Kurd bike û dibêje 'Li Tirkiyeyê pirsgirêkek bi navê pirsgirêka Kurd tune ye, her Kurdek dikare di mala xwe de bi Kurdî baxive û me ji bo wana televizyona bi zimanê Kurdî weşanê dike TRT 6 vekiriye'. Ez vê politikaya Erdogan rast nabînim û bi vê nêzikatiyê pirsgirêka Kurd çareser nabe berevajiyê vê wê pirsgirêk hîn kûrtir bibe û di encamê de wê li Tirkiyeyê şerê nav xweyî yê gele Kurd û gele Tirk dest pê bike û vê mirîna agirê vî şerê bitirs wê ji bo her dû aliyan gelek zehmet be."
'Çek danîna PKK'ê ne gengaz e'
Cemîl li ser mijara çek danîna PKK'ê jî nêrînên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku dewleta Tirk û hikûmet AKP'ê di bin pêşengiya Erdogan de dixwaze vê carê jî bi fêlbaziyên xwe yên dîrokî têkoşîna Kurdan ya azadiyê bê bandor bike û berdewama axaftina xwe de wiha got; "Dewleta Tirk dibêje ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser bibe pêwîste PKK çekên xwe dane û ji Kurdistanê derbikeve. Ez jî dibêjim di pêvajoyên aştiyê ya di navbera dû aliyên ku şer dikin de pêwîste çek werin danîn. Lê pêwîste dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê şert û mercên çek danîne biafrîne, gavên pratik bavêje û baweriyê bide PKK'ê û gele Kurd ku bikare çeken xwe dayne. Eger vê yeke neke ev ji bo PKK tiştek ne gengaze ku çek daye.
Girêdayî heman mijarê Cemîl diyar kir ku heta niha gele Kurd hertim aligirê aşitiyê ne û qet pêwîst ne ditiye ku bi dehan salan dekevin çiyayên Kurdistanê û di nava her şert û mercên zehmet de jiyan bikin lê ya ku gele Kurd neçarî vê yeke kirî dewleta Tirk e. Cemîl destnişan kir ku ji bo vê jî pêwîste dewleta Tirk dest ji politikaya xwe ya înkar û îmhayê berde û rêya çek danînê bi gavên ku davêje de vebike û wiha berdewam kir; "Pêwîste dewleta Tirk baweriyê bide gele Kurd, ev baweriye jî wê bidawî kirina operasyonên xwe yên leşkerî û siyasî, serbest berdana girtiyên siyasî û bi avêtina gavên pratik were çêkirin."
Pêwîste mafê Kurd were naskirin
Siyasetmedarê Kurd Farûk Cemîl di axaftina xwe de behsa destûra dewleta Tirk kir û diyar kir ku pêwîste dewleta Tirk di destura xwe de mafên Kurdan yên wek çand, ziman, perwerde, azadiya raman û netewa Kurd nas bike û li gorî vê makezagonan çê bike û wiha axivî; "Pêwîst dewleta Tirk hiqûqek demokratik dayne û li gorî vê pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê bide destpêkirin. Eger Tirkiye vê yekê pêk bîne wê di pêşbirka demokrasiya navnetewî de bibe welatê herî bi hêz. Ji bo vê jî hêviya me hemuyan ewe pirsgirêka Kurd ya bakûrê Kurdistanê demek ji ya din zûtir çareser bibe û bibe wesileya çareseriya pirsgirêka Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê.
Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Cemîl di dawiya axiftina xwe de balkêşand ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku kilîta çareseriya pirsgirêka Kurd Ocalane û pêwîste hevdîtinên bi Îmralî re tên kirin cidî werin girtin. Cemîl komploya navnetewî ya 15'ê Sibata 1999'an ku di encamê de Ocalan bi awayek bêbext ya neradestî Tirkiyeyê hat kirin şermezar kir û xwest Ocalan di demekê kin de serbest were berdan û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd aktiv bikeve nav siyasete.
DÎHA/HEWLÊR