Li Herêma Kurdistanê kampanya îmzeyan ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatibû destpêkirin, her ku diçe zêde dibe.  Di vê çarçovayê de li Fakulteya Rêveberî û Aboriyê ya Zanîngeha Selehedînê mamosta, xwendevan û rojnamevan li ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo gelê Kurd û pêvajoya siyasî a ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin nêrînên xwe anîn ziman. Mamosta, rojnamevan û xwendekarên ku ji ajansa me re axivîn dan zanîn ku di pêvajoyek wiha de mayîna birêz Ocalan di zindanê de bi serê xwe weke şerm û rûreşiyek ya demokrasiya çaxa em tê de dijîne. Herwiha dan diyar kirin ku, ji bo Rêber Ocalan bikaribe rola xwe ya rêbertiyê di vê pêvajoyê de bileyze û pêvajo hîn zêdetir û zû pêşbikeve pêwîste ji zindanê azad bibe û ji bo dahatoya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn projeyên xwe bi piştevaniya gel bêxe di jiyanê de û sîstema ku civakê ji nav tartiyê derbixe ronahiyê bide rûnişkandin.


'Divê Ocalan azad bibe'

Hînkere Zanîngeha Selehedînê Dr. Luqman Osman Omer ji bo azadiya Ocalan nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Ocalan ji bo gelê Kurd û mirovahiyê kesateyek ew qas giringe ku bi sedsalan carekê kesayetek ev qas girîng tê nav civakê. Lê mixabin ev 14 sale di encama komployek navnetewî de radestê dewleta faşist Tirkiyê hatiye kirin û di zindanê de ye. Divê demek ya ji ya din zûtir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zîndanê azad bibe.”
Hînkerê Zanîngeha Selehedînê Cemîl Abdulkerîm Ebdullah jî da diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelê Kurd xwedî girîngî û nirxek bê hempaye û ji ciwantiya xwe heta niha ji bo azadiya gelê Kurdistan û bidestxistina nirxên netewî yên Kurd têkoşaye û axiftina xwe wihadomand: “ Lewra divê ji zîndanê azad bibe û kampanyaya ku ji bo birêz Ocalan jî hatiye destpêkirin pêwîste em gelê Başûr ji bo xwe wek erkek netewî bibînîn û piştgiriya xwe jêre bidin nişandan.”

'Xwedi nirxek cudaye'

Xwendevana zanîngehê ya binavê Bêrîvan Bulut jî hestên xwe yên ji bo Ocalan bi van gotinan rêz kir: “Ez weke xwendevanek ya Wargeha Mexmûrê ku li Zanîngeha Selehedînê dixwînim pir keyfxweşim ku li seranserê welatê me Kurdistan û gelek welatên Ewropa û cîhanê ji bo azadiya Rêberê me Ocalan kampanya îmzeyan hatiye destpêkirin. Bi taybet li Herêma Kurdistanê destpêkirina vê kampanyayê şanaziyek mezin bi me re çêkir û em dibînîn ji asta rêveberiya Herêmê heta welatiyek asayî ji bo azadiya Ocalan îmze davêjin û gihiştin wê encamê ku, birêz Ocalan ji bo gelê Kurd kesayetek bê hempa û xwedi nirxek cudaye û bi azadbûna wî, wê gelê Kurd bigeha azadiya xwe.”
Herwiha xwendevanê binavê Hengaw Mihemed jî bi awayek xemgînî da diyar kirin ku mixabin birêz Abdullah Ocalan li şûna ku niha di nav gelê xwe de bi awayek azad siyaset bikiriba, di zindana dewleta Tirk a faşist de ye û wiha bilêvkir: “Birêz Abdullah Ocalan ne ji rêberên gelan yên rezeye, ew filozof û bîmendeke hemû tekoşîna wî ji bo azadiya mirovahî û jiyanek wek hev ya civakan bûye. Ji ber vê jî pêwîste bê nîqaş û bêyî şert û merc birêz Abdullah Ocalan azad bibe û bê serokatiya gelê bike.”  

DÎHA/HEWLÊR




Zozanî îmze kom kirin

Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî, li bajarê Elmanya Essenê beşdarî Şahiya Kedê ya Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) bû.  Li dezgeha Komeleya Kurd a Essenê, Zozanî der heqê rêveçûna kampanyayê de agahî stend. Zozanî piştre li dezgehê rûnişt û bi armanca piştgirîdayîna kampanya îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze kom kir. 

ESSEN




Li Moskowa kampanya destpêkir

Saziyên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê xebatên xwe didin meşandin, ji bo piştgirî bidin kampanya îmzeyan ya ku bi daxwaza azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê birêveribin li peytexê Rûsya Moskowayê îmze kom kirin. Kurdistaniyên ji bo bala gelên cûda bikişînin ser vê mijarê îro li meydana VDNX dest bi berhevkirina îmzeya kirin. Di dezgeha îmzeyê de li pirtûkên parêznameya Ocalan, rojnameya “Kurdîstana Azad” ya ku bi zimanê Rûsî û Kurdî derdikeve jî hatin belavkirin. Gelên li Moskowayê dijîn bi eleqeyek mezin beşdarî kampanyayê bûn û îmzeyê xwe bikar anîn.  Kampanya ku di bin însiyatifa rêxistinên Kurd yê li Federesyona Rûsyayê hatiye despêkirin dê li hemû bajaran berdewam bike.

ANF/MOSKOWA