Dr. Thomas Jeffrey Miley ê ku li Cambridgê mamosteyê zanîngehê ye, bi organîzasyona Piştgirtiya Kurdistanê ya Skoçyayê li bajarê Skoçyayê Dundee pirtûka ku wî tevî Frederico Venturini edîtoriya wê kir û çend gotar jî tê de nivîsandin a li ser Ocalan û pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, da nasîn.
Pirtûk havîna bihurî bi navê “Your Freedom and Mine: Abdullah Ocalan and the Kurdish Question in Edogan´s Turkey (Azadiya we û ya min: Abdullah Ocalan û li Tirkiyeya Erdoganî Pirsgirêka Kurd)” derçûbû.
Beriya ku ew biçe Dundee, wî pirtûk li paytexta Skoçyayê Edinburgh û mezintirîn bajarê wê Glasgowê jî dabûp nasîn.
Îlhama ji berxwedana Kurdan
Pirtûk hem behsa fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser demokrasiya radîkal dike ya ku ji sînorên dewletan û wêde diçe, û hem jî bi giştî li ser pirsgirêka Kurd, perspektîfên ji bo çareseriyê û dewra Ocalan bi xwe dike.
Tevgera piştgiriya bi Kurdistanê bi xwe di vê çarçoveyê de difikire ku “Piştgirî ne ku destek dide Kurdan, lê ji wan fêr dibe û beşdarî têkoşînê dibe: fêmkirin û belavkirina manîfestoya wan a şaristaniya demokratîk û îlhamgirtina ji îradeya wan a liberxwedanê.”
Miley bi îhtîmam got, ka çawa beşdarbûyîna mirovên ji derveyî civaka Kurd dikare navneteweyîbûna tevgerê nîşan bide. Miley weke mînakeke erênî behsa wergirtina fikrên Ocalan ên veguher li getoyên Naîrobiyê kir, li nav wan mirovan ku ji bilî qeydên xwe tiştekî wan ê din nîne ku ji dest bidin.
DUNDEE