Azadiya Welat wek her roj li bayî û li erdê nema û tev hatin belavkirin.  Belavkarên dildar li navçeyên Peyas, Baglar, Yenîşehîre rojname wergertin û li aboneyan belavkirin. 
Aboneyê rojnameyê M. Saîd Yoldaş ku karê esnafiyê dike diyar kir ku Azadiya Welat yekem rojnameya kurmancî û kurmanckî weşanê dike ye û wiha got: “Ev mafê herî xwezayî ye û em dixwazin xebatên rojnameyê bên berdewam kirin. Her çendî girtin û binçavkirin hebin jî, em dê şûna wan dagirin. “24 bên girtin dê 24’ên din cihê wan dagirin.” 
Belavkarê rojnameyê Mehmet Kolanci jî da zanîn ku ew her yekşem ji bo pirsgirêk yan jî xwestekên belavkaran kom dibin û got ku dûh bi hinceta “çûn hatin heye” avêtin ser avahiya wan ev ne sedemê hinceteyan e. 



Xwedî li Azadiya Welat derkevin

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) terora dewletê ya li hemberî Azadiya Welat şermezar kir û banga xwedîderketina rojnameyê kir.

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk li ser zextên li hemberî rojnameya Azadiya Welat daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bang li her kesî kir ku xwedî li rojnameya Azadiya Welat derkevin û hat ragihandin, ku dewleta Tirk gelên Kurd, Ereb Suryanî qetil dike û nikare xwe li çapemeniya vê komkujiyê dike nûçe rabigire.

Daxuyanî bi vî rengî ye: “ Erdogan ê ji mejî bêpar ma ye, ku her dipeyive radibe qala tekparêziyê dike, careke din ji cîhanê re ragihandiye ku ew Kurdan înkar dike. Weke YRD’ê em li cem çapemeniya azad û alternatîf in. Êrîşên bi vî rengî yê faşîst nikarin bi me. Li ser vê bngehê em bang li hemû hêzên mafên mirovan û azadîparêz dikin, ku li ber van êrîşên faşîst rabin.” 


 AMED