Du nêrînên cuda li ser Sûriyê
'Bihara Ereban' piştî Tûnis, Misir û Libya, berê xwe da Sûriyê û ev rewşa alozî çar sal in didome. 'Şoreşa Sûriyê' ku li bajarê Dêra di 26’ê Çileya 2011’an de dest pê kir, 15’ê Adara 2011’an li hemû Sûriyê belav bû. 'Bihara Gelan' bayê xwe li Sûriyê da û du nêrîn derketin holê. Ya yekem; digotin wê gel serhildanan bike û rejîma Sûriyê bi dijwarî bi ser gel de were, li beramberê vê, gel wê şerê çekdarî dest pê bike û rêya destwerdana derve bê vekirin û bi vî awayî rejîma Sûriyê were rûxandin. Ya duyem; rewşa Sûrî ne wek Tûnis, Misir ango Libya ye û guhertina rejîma Sûriyê, guhertina hemû Rojhilata Navîn e û zû bi zû nayê guhertin. Ji bo vê yekê divê têkoşîneke demdirêjî were dayin.
Sûrî bû cihê şerê dewletan
Şerê li ser Sûrî, di sîsteman de guhertinan çêkir û dabeşbûnê kûrtir kir. Li aliyekî Emerîka, Yekîtiya Ewrûpa, Sûûdî Erebîstan, Qatar, Tirkiyê û PDK wek blokeke nû derket, li aliyê din jî Rusya, Çîn, Îran, Hizbullaha Lubnan û hikûmeta Malîkî wek blokeke din derket. Wan herdû blokan li gorî berjewendiyên xwe li ser erda Sûriyê ketin nava şereke dijwar. Wan her du blokan li ser esasê berjewendiyên xwe, li Sûriyê hin hêzan destek kirin.
Du hêzên opozîsyonê hatin ava kirin
13 partiyên çep, 3 partiyên Kurd û kesayetên pêşeng ên din, di Îlona sala 2011'an de di bin navê Komîteya Wekheviya Netewî (Heyet El Tensîq) hatin ba hev. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî kete nava Heyet El Tensîq û wek hêzeke pêşeng tevgeriya. Heyet El Tensîq, wek opozîsyona Sûriyê ya hundir tê binavkirin. Gelek leşkerên berê yên artêşa Sûriyê yên reviyan Tirkiyê, "Artêşa Azad a Sûriyê" ava kirin. Piştî demekê, komên ji aliyê Erebîstan, Îran, Tirkiye û El Qaîdeyê ve hatin rêxistinkirin, tevlî vê artêşê bûn. Di 15'ê Îlona 2011'an de komeke mûxalîf li Stenbolê Meclîsa Netewî ya Sûriyê ava kirin. Vê koma ku rêbazên dijwariyê ji xwe re esas digirt, ji Tirkiyê jî piştgirî dît. Dîsa hêzên muxalif ên li paytexta Qatar a Dohayê hatin cem hev, Koalîsyona Hêzên Netewî û Şoreşa Sûriyê ava kirin. Ev hemû hewldan di çarçoveya têkoşîna hêzên navnetewî ya li ser Sûriyê hatin meşandin û ev yek rê li ber wêranî û şerên mezhebî vekir.
Elewiyan jî destek dan ‘Şoreşa Sûriyê’ lê…
Derawaya ku di 26’ê Çileya 2011’an de despê kir; Erebên Elewî, gelê Durzî jî li dijî deshilatiya mala Esad derketin û li bajarê Lazkiye, Tartûs, Banyas meşan lidar xistin û xwestin ku rejîma Baas birûxe. Lê belê ev rewş zêde dirêj nekir û helwesta Artêşa Azad li dijî Erebên Elewî û gelên Durzî, wan gelan xist nava fikaran û wan neçar hişt li dora rejîma Esad bicivîne.
‘Şoreşa Sûrî’ ji destpêkê ve ji rêya xwe derket
Piştî avakirina Artêşa Azad a Sûriyê ku bi giranî ji Erebên Sunnî pêk dihat, wek tolhildana bi salan ji aliyê deshilatiya mala Esad zivirî dijîtiya gelên Elewiyên Ereb. Li bajarê Himsê ku Erebên Sûnnî û Elewî û Kurd bihev re dijîyan, li vir piştî xwepêşandanek li dijî rejîma Sûriyê, hêzên çekdar yê dewletê gelek sivîl kuştin. Li ser vê jî Artêşa Azad a Sûriyê, li dijî sivîlên Elewî êrîşan pêkanîn û di encam de Elewî û Dûrzî ji “Şoreşa Sûriyê” dûr ketin û li derdora rejîma Esad kom bûn. Artêşa Azad a Sûriyê bi vî şêwazî bû hêzekî Sûnniyê Ereb û pozîsyona xwe ne tenê li dijî rejîma Sûriyê diyar kir, her wiha Kurdan û gelên din ên ku ne bi wan re ne jî, kir hedefa xwe.
Dewleta Tirk roleke aktîf lîst
Piştî êrîşa li ser Libyayê, Tirkiyê bû navenda baregeha NATO'yê, ji bo rûxandina rejîma Sûriyê -ku di demekî nêz de Esad dostê xwe yê herî nêzîk didît-, hemû derfetên xwe bikar anî. Dewletên Yekîtiya Ewrûpa di warê navnetewî de, Sûûdî Erebîstan û Qatar di warê aborî de, Tirkiyê jî di warê çek û perwerdekirina Artêşa Azad a Sûriyê de ketin nava tevgerê ku rejîma Sûriyê birûxînin. Dewleta Tirk ji bo Kurd li Sûriyê nebin xwedan maf, li ser bingeha dijayetiya Kurd kete nava tevgerê, muxalifiya Sûriyê jî kir amûreke siyaseta xwe. Dema dît bi vî rengî bi ser nakeve, alîkarî da pêkhateyên El Qaîde yên wek DAIŞ û El Nusra. Niha jî ev alîkarî didomîne.
DAIŞ-El Nusra
Di 'Şoreşa Sûriyê' de faktora herî mezin nerazîbûna gel bû û li dij şerê çekdarî domand. Serkêşiya vê şerê, di bin navê Opozîsyona Sûrîyê Artêşa Azad de hat meşandin. Sûûdî Erebîstan, Qatar û Tirkiyê ku destpêkê hêzekî xurt dan wan, lê piştî têgihîştin ku serkeftina wan tineye, destên xwe jê kişandin. Li ser vê yekê El Nusrayê ku beriya niha Iraq alîkariya vê dikir, xwe ji nû ve tevger kir. Ev tevger xwe bi navê El-Qaîde da nasîn. Bi kiryarên xwe, bû amûreke rewabûna rejîma Sûriyê. Hêzên navnetewî dema dîtin ku rejîma Sûriyê El Nusra weke amûreke xwe bikar tîne, li Stenbolê tevgereke nû ya bi navê DAIŞ ava kirin. Her çiqas heta niha wan her du tevgeran xwe wek li dijî rejîma Sûriyê binav bikin jî, lê bûne amûrek rewabûna rejîma Sûriye.
DAIŞ û El Nusra li dijî opozîsyona Sûriyê û gelê Kurd şer dikin
DAIŞ û El Nusra ji roja hatine avakirin û pê de xwe wek beşên El Qaîde yên li Sûriyê binav kirin û gelek kesên ku xwe wek cîhadî binav dikirin, ji welatên Ewrûpa û ên heremê li ser Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn û li dijî Opozîsyona Sûriyê û Rojava êrîşan pêk anîn. Êrîşên DAIŞ hê jî li ser Rojava didome. Di wan êrîşan de Artêşa Azad hate ber bi tunebûnê. Yan xwe spartin DAIŞ û El Nûsra, yan jî berê dan bajarên Tirkiyê yên wek Stenbol, Dîlok û Mersînê, dest bi xwarina pereyên ku ji talanê bidest xistibûn kirin.
19 Tîrmehê ji bo Kurdan bû mîlad
Li Sûriyê, pêvajoya şoreşê ya ku ji aliyê gel ve hat destpêkirin, ji ber destwerdanên hêzên derve, di sala çaremîn de veguherî şerê mezhebî ku hîn bêtir rê li ber wêranî, mirin û trajediya mirovahiyê vekir. Lê li Rojava, di nava şoreşê de şoreş hat jiyîn. Kurdan, li ser bingeha netewa demokratîk weke hêza sêyemîn xwe bi cîhanê dan qebûlkirin û niha jî bi avakirina Xweseriya Demokratîk ji bo gelên herêmê bûn mînak.
Pêvajoya Şoreşa Rojava, di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de li bajarê Kobanê dest pê kir û gel dest danî ser tevahiya bajarên Rojavayê. Bi vê şoreşê re, gelê ku li ber mirinê bû, hebûna xwe ji nû ve da qebûlkirin, tevî zilmên giran û ambargoyan, li her qada jiyanê sazîbûna xwe ava kir û pergaleke ku tê de hemû reng û deng dikare xwe bîne ziman, afirand. Û niha jî sala xwe ya yekemîn li dûv xwe hişt.
Şoreşa Rojava 2004’an dest pê kir
Pêvajoya ku li herêmê dest pê kir, bandora xwe li Rojavayê Kurdistanê jî kir. Mirov dikare bêje; Kurd, bi têkoşîn û berxwedana xwe ya bi dehan salan a li dijî polîtîkayên tinekirin û înkarê, pêşengiya "Bihara Gelan" kir. Jixwe berxwedana Rojavayê di sala 2011'an de dest pê nekir. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandora xwe li vî parçeyî jî kiribû û ezmûneke mezin a encama têkoşîna dehan salan derketibû holê. Di 12'ê Adara sala 2004'an de, berxwedana li dijî komkujiya rejîma Baas a li bajarê Qamişloyê, bûbû serdemeke dîrokî. Ji vê demê û pê ve, tevgera Kurd hîn bêtir giranî da qada civakî û parastinê û encamên girîng bi dest xist. Bingeha hêza parastina Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), hê wê demê hat avêtin.
Her du hêz jî xwestin Kurdan bikişînin nava xwe
Destpêkirina serhildana gel a li dijî rejîma Sûriyê, ji bo gelê Kurd firsendek afirandibû ku têkoşîna xwe derxîne asteke bilindtir. Bi pêvajoya şoreşê re tevgera Kurd biryar da bi awayekî çalak beşdarî şoreşê bibe. Lê belê ji ber dersên ku ji dîrokê girtibûn û nêrînên xwe yên siyasî, rêyeke serbixwe hilbijartin. Ji rejîm û hêzên mûxalîf xwe vegirtin û nîşan dan ku hêzeke çareseriyê ya sêyemîn in. Kurd di destpêkê de cihê xwe li nava Meşên Înê de girtin. Li ser vê yekê li alîyekî rejîma Baas, li aliyekî jî hêzên mûxalîf hewl dan Kurdan bikişînin nava xwe û li hemberî hev bikar bînin. Daxwazên Kurdan ên ji bo wergirtina mafê xwe jî bi gotina "piştî çareseriyê" red dikirin. Her du aliyan jî ji bo Kurdan bikişînin nava vî şerê ku bi kêrî kesî nayê, çi ji destê wan hat, kirin. Hêzên mûxalîf PYD bi alîkarîdayîna rejîmê sûcdar kirin û rejîmê jî bi alîkarîdayîna hêzên mûxalîf tawanbar kir.
Kurd di rêya sêyemîn de meşiyan
Li gel biryardariya xwe ya beşdariya şoreşê, Kurdan li dijî nêzîkatiyên rejîm û mûxalîfan ji bo yekîtiya xwe ya siyasî ava bikin, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ava kirin. 16 partiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê jî, Encûmena Netewî ya Kurdên li Sûriyê (ENKS) ava kirin. Li dijî polîtîkayên înkarê bi pêşengiya TEV-DEM'ê çalakî hatin lidarxistin û Meşên Înê yên li gelemperiya Sûriyê dihatin lidarxistin jî, cara yekemîn li Rojavayê Kurdistanê li ser navê Kurdan dest pê kirin. Li bajarê Efrînê yekem car kursên zimanê Kurdî vebûn. Dîsa li bajaran meclîsên gel hatin avakirin, xizmetên berê li ser navê saziyên dewletê ve dihatin kirin, êdî ji aliyê gel bi xwe ve hatin kirin, mazot hat belavkirin û kolan hatin paqijkirin. Ciwanên Kurd cara yekemîn ketin dibistanên seretayî, navendî û amadeyî yên dewletê û dersên bi Kurdî dan. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di vê demê de ava bû.
Xweparastin bû bingeha avakirinê
Kurdanli aliyekê sekneke siyasî nîşan dan, aliyê din jî giranî dan tenduristî û parastinê û ber bi sazîbûnê ve çûn. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di sala 2004'an de bingeha wê hat danîn, di sala 2011'an de bi awayekî fermî îlan bû. Piştî îlana fermî, li qada parastinê gavên girîng hatin avêtin û li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê yekîneyên ser bi YPG'ê ve bicih bûn.
Şoreş li Kobanê dest pê kir
Kurdan li aliyekî bi berxwedanê xwe ji şerê qirêj vedigirt, li aliyê din jî pêwîstiya siyaseta xwe ya serbixwe bicih dianîn. Gelê Rojavayê Kurdistanê di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de di nava şoreşê de şoreş ava kir û dest danî ser rêveberiyên bajaran. Tevgera Kurd bi vê armancê stratejiyek ji sê qonaxan şopand; di qonaxa yekemîn de gund û qadên bejahî yên ser bi bajaran hatin desteserkirin, di qonaxa duyemîn de dest danîn ser saziyên sivîl û xizmetê a ser bi dewletê ve. Û di qonaxa sêyemîn de jî dest danîn ser tevahiya bajaran.
Roja 18'ê Tîrmehê, di dema civîna krîzê ya li paytexta Sûriyê Şamê bi beşdariya payebilindên hemû saziyên bi bandor ên rejîmê de, teqînekê rû da û di encamê de beşeke mezin a payebilindên rêveberiya rejîmê mirin. Êvara 19'ê Tîrmehê jî Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) bajarên Minbic û Cerablûs ên navbera Kobanê û Helebê de bi dest xist. Van bûyeran lez dan xebatên Kurdan ji bo derbasî qonaxa sêyemîn bibin. Di 19'ê Tîrmehê de li Kobanê bi beşdariya gel re, hêzên rejîmê ji bajêr hatin derxistin. Li dû Kobanê Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê û Til Temirê, gel dest danî ser rêveberiyê. Her wiha li bajarên Sûriyê Heleb, Raqqa û Hesekê jî, ji taxên Kurdan hêzên rejîmê hatin derxistin. Vê pêvajoyê 2-3 mehan dewam kir. Li bajarê herî mezin Qamişloyê her çiqas hêzên rejîmê hê ji sedî sed nehatibin derxistin û bi tenê çend avahiyên dewletê di destê rejîmê de hebe jî, rêveberî hemû di destê gel de ye.
Bi vî rengî meha Tîrmehê ji bo Kurdan bû destpêka serdemeke dîrokî. Jixwe dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2'ê Tîrmeha sala 1979'an de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibû û di têkoşîna azadiyê ya Kurd de ku îro rê li ber ewçend deskeftiyan vekir, destpêkekî dîrokî pêk anîbû. Dîsa di 14'ê Tîrmeha sala 1982'an de ji pêşengên PKK'ê M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek li zîndana Amedê li dijî îşkence, zilm û polîtîkayên tinekirinê dest bi çalakiya rojiya mirinê ya mezin kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Vê berxwedanê di têkoşîna azadiyê ya Kurd de rûpeleke nû vekiribû, li çar aliyên Kurdistanê belav bûbû û qêrîna Kurdan bi cîhanê ve dabû bihîstin.