Rojnamevan Azîz Orûç ji aliyê Ermenistan û Îranê ve nehat qebûlkirin û ew avêtin nava Tirkiyê. Tirkiyê jî ew terorîst îlan kir û kir binçavan.

Ji bo rojnamevan Azîz Orûç ê li Tirkiyê bi rengekî kêfî hate girtin û tehde lê hate kirin li ser înternetê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.

Kampanya li ser Change.org ji hêla 200 nûçegihanî ve hate destpêkirin. Azîz orûç 11’ê Kanûnê li Bazidê ya Agirî hatibû destgîrkirin. Rojnamevanên ku îmze dan, xwestin ku nehiqûqiya li dijî Orûç bi dawî bibe û demildest were berdan.

Di metna kampanayê de der barê Orûç de agahî hatin parvekirin, hate bibîrxistin ku ev 7 sal in li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê rojnamevanî kiriye.

Di metna kampanyaya îmzeyan hate gotin,’’Bi nûçeyên ku çêkirî, bi daxuyaniyên ji bo hevalên xwe yên girtî yê rojnamevan gelek caran hate rojevê. Orûç li navçeya Bazidê ya Agiriyê 11’ê Kanûnê bi operasyonekê hate destgîrkirin. Li Tirkiyê li gel ku tê zanîn rojnamevan e jî, li gel ku ji ber xebatên rojnamevaniyê lêpirsîna wî hatiye kirin jî, ji hêla Wezareta Karê Navxwe ya Tirkiyê û medyaya desthilatê ve bi daxuyaniyên, ‘’Li ser sînorê Îranê terorîst hatiye girtin’’, bi nûçeyên wiha kirine hedefê.’’

Peymana Mafê Mirovan hatiye binpêkirin

Di eynî metnê de hate gotin, ‘’Li gel ku êşkence lê hatiye kirin jî, dema ku ew birine nexweşxanê tedawiya wî nehatiye kirin û hê jî nehiştine ku malbata xwe bibîne. Dema destgîrkirinê ya Orûç heta 18’ê Kanûnê, roja Çarşemê hatiye dirêjkirin.’’

Di metnê de hate gotin Azîz Orûç tiştên ku bi serê wî de hatine bi rêya parêzeran bi raya giştî re par ve kiriye, li Îran, Ermenîstan û Tirkiyê êşkence lê hatiye kirin û ev binpêkirina Peymana Mafê Penaberan a Navnetewî ye.

Di metna kampanyayê de rewşa rojnamevaniyê ya li Tirkiyê hate bibîrxistin û hate gotin, ‘’Bi şertên îro, ji nav wan welatan ku endamê Konseya Ewrûpayê ne 130 rojnamevan girtî ne û 110 ji van li Tirkiyê girtî ne. Bi girtin, destgîrkirin, şertên kontrol edlî, qedexeya derketina derveyî welêt Tirkiye ji bo rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, rojnamevanan bûye girtîgeheke dorlêveker.’’

Em bang li saziyên peywendîdar dikin

Di metnê de hate gotin, Ermenîstanê û Îranê li dijî mirovhiyê sûc kirine û hate gotin, ‘’Em bi bîr dixin ku daxwaza îltîcayê ya her mirovî ji hêla Peymana Penaberan a Navnetewî ve hatiye mîsogerkirin û lema Ermenîstan û Îranê ev peyman binpê kirine û li dijî mirovahiyê sûc kirine. Em diyar dikin ji bo hevpîşeyê xwe Orûç em li dijî vê nehiqûqiyê em piştevaniyê wî dikin û vê pêvajoyê bişopînin.’’

Rojnamevanên ku îmze dane gotin, ‘’Em dixwazin pêvajoya nehiqûqî ya hevpîşeyê me Orûç demildest bi dawî bibe, were berdan û ji bo ku zêdetir rojnamevan pêvajoyeke wiha nebînin, em bang li saziyên rojnamevaniyê hemûyî dikin û destekê didin rojnamevanan, bang li sendîkayan, Konseya Mafê Mirovan a NY’yê, Parlamentoya YE’yê û saziyên mafê mirovan hemûyan dikin ku vê bûyerê bişopînin û piştevan bin.’’

 

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

RSF: 2019’an 49 rojnamevan hatin kuştin

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) a navenda wê li Parîsê ye, rapora sala  2019’an weşand.

Li gorî raporê, li tevahiya dinyayê 49 rojnamevan hatine kuştin û niha 389 rojnamevan jî girtî ne. Hate ragihandin ku 57 rojnamevan jî dîlgirtî ne.

RSF’ê diyar kir ku li Çînê 120, li Misrê 34, li Erebistana Siûdî 32, li Sûriyeyê 26 û li Tirkiye û Vîetnamê jî 25 rojnamevan girtî ne.

Lê belê li gorî saziyên mafên mirovan û rêxistinên çapemeniyê li Tirkiyeyê herî kêm 100 rojnamevan girtî ne. Li gorî hin çavkaniyan jî hejmara rojnamevanên girtî yên li Tirkiyeyê di ser 200 kesî re ye.

 

 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN