Koçerî… Şêwazê jiyanê yê ji destpêka dîrokê heta roja me nişe û bermayiyên hemû serdem û hemû şaristaniyan bi xwe re gihandine roja me. 

Û koçer… Mirovên temenê xwe di rêwîtiya navbera zozanên bilind ên azad û germiyanên teng ên demsala zivistanê bi xewn û bêrîkirina zozanan, diborînin. Her çiyayê Kurdistanê, her gelî, her zinar, her lat, her kanî û rûbara çiyayên Kurdistanê mîna kefa mista xwe nas dikin. Xwediyên jiyana resen a xwezayî ne. 

Lê mixabin mîna gelek kevneşopî û aliyên jiyana resen a Kurdewar jiyana koçeriyê jî bi tinebûnê re rû bi rû maye. Mirovên ku tevahiya temenê xwe li zozan û çiyayên Kurdistanê derbas dikirin, di dawiya dawî de ketin nava dorhêla jiyana ‘modern’. Çêkirina rê û bendavan, birina ‘medeniyet’ê a herêmên çiyayî, şerê kirêt ê desthilatdarên Tirk li Kurdistanê dimeşînin û bipêşketina teknolojiyê, bedewî û xweşiya jiyana Koçeriyê jî aniye ber qonaxa dawî. Koçerî ya berê şêwazê jiyanê bû, niha ji aliyê mirovên ‘nîv-koçer’ vê jiyana mîna pîşeyê aborî û xebetake debarê, belkî jî weke xelekên dawî yê kevneşopiya hezarên salan a bav û kalan didomînin. 

Şerîf Taş demeke dirêj e, demsala zivistanê tevî çend êlên din ên li geliyê Şêwil (Şêwlê Mîrze) derbas dike bi bêhnfirehî qala rêwîtiya koçeran a salê nêzî 5 mehan didome û her wiha qala jiyana ‘azadiya bê sînor’ a li zozanên Kurdistanê kir…. 

Hûn dikarin ji bo xwendevanên PolitikART xwe bidin naskirin?

Navê min Şerîf e. Em bi eslê xwe ji herema Batmanê ne. Em malbateke koçer in. Zivistanan li herêma Mêrdîn-Nisêbînê dimînin. Bi destpêka biharê re jî li gorî rewşê û derfetan -ji bilî qedexeyên dewleta Tirk astengiyeke din tunene- em diçin Zozanên Botan, Serhed, Xarzan û Zagrosê. Li herêmên Bedlîs, Mûş, Sêrt, Wan, Colemêrg û her wekî din li pirraniya herêmê û çiyayên herêmê digerin. Em çend malbat bi hev re tevdigerin. Pezê min ji keriyên nêzî 3 hezar meşînî pêk tê. Dîsa xizmên min û malbatên din jî xwedî keriyên ji 2 heta 5 hezar meşinî ne. 

Dema qala koçeran tê kirin mirovên tevî keriyên mezin ên pez di riyan de tên hişê me!

Peyva koçer tê wateya mirovê ku bi herêmekê re bi sînor nemîne û tim bigere. Yanî mirovên bê cih û war, îro li vir, sibê li cihekî din. Sedema rêwîtiya me ya tevahiya salê jî lêgerîna şert û mercên xweş ên ji bo heywanan e. Lewma zivistanê divê em li germiyanan derbas bikin. Bi destpêka biharê re jî em berê xwe didin zozanên bilind. 

Berê malbatên koçer bi hev re hereket dikir û ji jiyana bajarvaniyê qut bûn. Lê rewşa me niha wergeriyaye nîv-koçerî. 

Rêwîtiya ber bi zozanan ve kengî dest pê dike? 

Sê mehên zivistanê em li cihê xwe dimînin. Kozên ku me kirê kirine, pez li wan diçêrînin, her wiha ceh û kaya ku me kiriye jî em di van mehan de ji bo xwedikirina pez bi kar tînin. Amadekarî serê Adarê dest pê dike. 13’ê Adarê ya salnameya mîladî, li gorî hesabê me yê Kurmancî 1’ê Adarê ye. Amadekariya rêwîtiyê bi 1’ê Adarê re dest pê dike. Di nava meha Adarê de em eşyayên xwe yên giran ê mîna kon, delav, amûrên malê yên binê konan û her wekî din bi kamyonan dişînin Batmanê. Bi ketina Nîsanê re jî em dest bi meşê dikin. Em zarokan û beşekê ji jinan bi wesayitan dişînin Batmanê. Herî kêm kesek ji xwediyê pez, şivan û ji bo amadekirina xwarin û karên din ên mîna dotina pez, bikaranîna şîr û tiştên din, bi beşdariya hin jinan dest bi rêwîtiyê dikin. Konên sivik ên li ser pişta hesp, hêstiran jî bi xwe re dibin û qonax bi qonax em rêwîtiya ber bi zozanan ve didomînin. 

Rêwîtiya xwe hûn çawa plan dikin? Hûn dizanin kîjan rojê li ku bin, çiqas rê hûn ê bimeşin?

Ji Nisêbînê em bar dikin û roj bi roj ber bi zozanan ve diçin. Li gorî plansaziyê ji Elbakê heta bi zozanên Fereşînê, heta bi zozanên Eledax a Agiriyê ev rêwîtî dewam dike. Roj bi roj, qonax bi qonax rêwîtî pêk tê. Mînak koza em lê zivistanê derbas dikin Şêwil a 10 km nêzî Nisêbînê ye. Em ji wir bar dikin di dawiya meşa roja yekemîn de em tên derdora gundê Sêderiyê yê li Çiyayê Bagokê. Roja didoyan em digihîjin gundê Erbo, roja sisiyan em digihîjin gundê Mizîzexê yê girêdayî Midyadê û heta bi Kercews, Heskîf, Batman, Bedlîs û heta zozanên me plan kiriye em bipêş dikevin. Ji bo derbaskirina guzergeha asfaltkirî carinan em bi şev û roj meşê didomînin. 

Ev rêwîtî çiqasî didome, bi rê de hûn rasta helwêstên çawa tên?

Rêwîtiya me ber bi zozanan ve nêzî 40-45 rojan didome. Beriya 9-10 salan zext li ser me pirr bûn. Koçerî dihate qedexekirin. Niha jî hin herêm bi hinceta ewlekariyê tên qedexekirin. Mînak, îsal çiya û zozanên Bagokê, Cûdî, Faraşîn, Herekir, Artos, Nebirnav, Tozek û hwd. çiya û zozanên bi bereket hatin qedexekirin. Gundiyên van derdoran ji me re baş bûn, lê belê cerdevanan zext dikir. Qedexeya dewletê dikirin hincet û bertîl, xerac ji me distandin. Lê bêlê salên dawî ev pirsgirêka zexta cerdavanan ji holê rabû. Lê belê niha jî qedexekirina hin herêman gelekî me bêzar dike. 

Dihat gotin ku bi navê, ‘berdêla axê’ hin gundan pere, pez û hin tiştan ji we distînin, ev çiqasî rast e?

Tiştêkî wisa tuneye, herêmên em tê re derbas dibin, gel ji me re gelekî bi hurmet e. Bi pirranî em di rêwîtiya xwe de navberê li çiyayên bilind û herêmên asê didin. Em xwe nêzî gundan nakin. Lê belê dema em neçar di nava gundan re derbas dibin, gundî bi xwe jî alîkariyê bi me re dikin. Her wiha dîtina koçeran, rêwîtiya wan a ber bi zozanan ve li herêmên çiyayî yên Kurdistanê mîna mizgîniya biharê, hatinê xêr û bereketê tê binavkirin. Berovajî tiştên tên gotin têkiliyeke gelekî germ û xweş di navbera koçeran û gundên li ser rê heye. 

Ji germiyanan heta bi zozanan hûn rasta atmosfer û rêngên jiyanê yên çawa tên? 

Dema em ji Nisêbînê radibin dinya germ e. Bihara wir zû tê û hema hema havîn dest pê dike. Bifikirin em di bin germa dijwar a Nîsanê dest bi meşê dikin û roj bi roj atmosfer, hewa hînik dibe. Em digihin çiyayên Bedlîs, Wan, Sêrtê hîna ji berfê reşayî tuneye. Car caran bi kîlometreyan em tenê di ser berfê re dimeşin. Di nava demeke kurt de em çar demsalan derbas dikin. Li zozanan em digihîjin qonaxa dawî ya zivistanê û li wir biharê pêşwazî dikin.

Hûn gihiştin zozanan… Dîmen û manzareyeke çawa li benda we ye?

Zozan…! Xweşiya zozanan bi gotinê nayê fêhmkirin. Divê mirov lê bijî. Her çend metroyan kaniyek heye. Aliyek berf, aliyek şînahî, kulîlkên biharê, berfîn, nêrgiz û hemû rengên jiyanê di nav hev de mirovî pêşwazî dikin. Mînak niha li pirraniya Kurdistanê havîneke dijwar heye. Beriya deh rojan (10’ê Tebaxê) ez li Elbakê li ber pez bûm, bi şev qeşa ket. Dema em li deştê qala vê rastiya zozanan dikin yên nedîne û bi taybetî nifşên nû bawer jî nakin ji gotinên me. 

Bicîhbûna li zozanan û jiyana li wir çawa derbas dibe? 

Dema rêwîtiya pez nêzî zozanan bû, em eşya û konên xwe yên me şandî Batmanê, dibin zozanan. Her malbat xwedî konên mezin e. Konê ji bo malbatê, konê ji bo mêvanan, konê ji bo amadekirina penîr û karên din. Karê yekêmîn vedana konan e. Piştre, bêrî dest pê dike. Li zozanan kar û telaşeke zêde heye. Lewma di nava ferdên malbatê de wezîfe tên parvekirin. Hinek diçin ber pez, hinek didoşin û penîr amade dikin, hinek bi pêwistiyên malê re mijûl in. Kelecan û karekî zêde lê ewqasî jî xweş… Car caran ji ber ku berf dihele, di geliyan re av diherike, ji bo derbasbûnê û çêrandina pez em bi derfetê xwe pirên darî ava dikin. 

Jiyana zarokên koçeran a li zozanan çawa ye?

Berê zarokên me jî bi me re dihatin. Niha ji ber ku em wan dişînin dibistanan, êdî tenê di dema tatîla havînê de em wan tînin zozanan. Bi heyecaneke mezin li benda tatîla havînê ne. Dema tatîl dest pê dike û em dibêjin, sibe em diçin zozanan ji kêf û heyecanê zarok ranazin. Jiyana bajarvanî, sîstema dibistanê û mayîna di nava dîwaran de wan dixe rewşeke wisa ku di derfeta yekê de xwe bavêjin çolterê û derkevin çiya û zozanan. Li zozanan jî ji xwe re kêfê dikin. Heta êvara li ser berfê, li ser kanî û rûbaran dilîzin, roj û kêliyên dilşad derbas dikin. 

Mîna li her aliyê din yê jiyanê, barê giran dîsa yê jinan e gelo?

Beriya niha karê jinan gelekî zêde bû. Ji bilî karê malê, pêwîst bû tevlî hemû karên din ên têkildarî pez jî bibûna. Dotina pez, çêkirina penîr, rakirin, hilanîn û her wekî din. Lê belê di rewşa niha de, em dikarin bibêjin ku li zozanan karê jinan û mêran mîna hev e. Ji pêşketina teknolojiyê em jî sûdê werdigirin.  

Gelo pez li zozanan tê qusandin, yanî dema berxbirê li zozanan e? 

Belê em li zozanan hiriya pez diqusînin. Em hiriyê difiroşin. Demekê hirî gelekî bi nirx bû. Lê belê niha tu nirxê xwe nemaye. Gelek tişt ên mîna tayij, berik, kon û hwd. ku berê bi destan bi hiriyê dihatin çêkirin, niha hazir têne firotin û ji bo vê yekê jî zêde elaqe ji hiriyê re nemaye. Kîloya hiriyê bi 2-3 lireyan muşterî nabîne. Berê ticar dihatin zozanan û dikirîn, niha em neçar dibin mîna etaran (çerçî) gund bi gund li herêma Mûşê bigerin û gelekî erzan bifiroşin. 

Amedakiriyên li zozanan ji bo zivistanê çi ne?

Havînê em ji bilî penîrê ku em difiroşin, ji bo amadekariya xwe jî hinekî vediqetînin. Di eyarê pez de em penîr bi cih dikin û dihêlin heta zivistanê. Di hînkahiya zozanan de penîr di eyarê pez de li ser keviran mîna di sarincê de be, dimîne. Dema ku pez herî bi goşt e û goştê wan xweş dibe, dîsa demsala zozanan e. Ji bo pêwistiyên zivistanê em li zozanan qeliyê jî çêdikin. Qelî jî di hundirê betanê ûr ê pez de tê hilandin. 

Kengî vegera ji zozanan a ber bi deştê ve dest pê dike?

Ji destpêka biharê heta bi dawiya havînê em li zozanan e. Yên cihê wan xweş yanî derg berf lê were dawiya Îlonê, yên li cihê bilindtir di nîvê Îlonê de dest bi tevgera vegera deştê dikin. Veger li gorî hatina zozanan girantir û demdirêjtir e. Vegera me zozan bi zozan e. Her ku dinya dicemide em xwe berdidin zozaneke li jêrtir. Ji ber ku derfetê çêrandina pez hene li cihnan em hefteyekê jî dimînin û vegera ji zozanan heta bi deştê herî kêm du meh û nîv heta sê mehan jî didome. Meşa me li gora giyayê mêrgan, xweşiya eraziyê ji bo pez e. Heta em dikarin, em hewl didin demsala payîzê di rê de derbas bikin.

Mîna hatina ji Nisêbînê ji vir jî, em amûrên xwe bi wesayitan dişînin Batmanê. Dema em nêzî Nisêbînê bûn jî beriya me bi çend rojan diçin û li Şêwil konan vedidin, amadekariyê dikin. Di meşa ji zozanan a ber bi deştê ve ji her malbatê kesek didu tevî şivanan û çend jinan ji bo amadekirina nanê şivanan û kesên malbatê yên bi wan re - em ji wan jinan re re dibêjin Bane - cih digirin. 

Ji bo vê meşa dirêj pêwistî bi naskirineke xurt a eraziyê heye…

Dikarim bibêjim ku ji sînorê Sûriyeyê heta bi sînorê Îranê em tevahiya herêmê mîna mista destê xwe nas dikin. Li kû kîjan kanî heye, kîjan rê, kîjan kendal, kîjan erazî, kîjan lat, kîjan kevir em bi tevan dizanin. Şev, roj ji bo me ferq nake, em bost bi bost, gav bi gav tevahiya eraziya çiyayên Kurdistanê nas dikin.  

Çêkirina bendavan û projeyên din li pêşiya koçeriyê dibin asteng?

Dewletê çi plan û proja dabe ber xwe jî me koçeran rêyek jê re dîtiye. Bêgûman ev proje û bendav wê me bêzar bikin, lê belê wê li pêşiya me bi vî şêwazî jî nebin asteng. 

Zivistan çawa derbas dibe, pirsgirêkên we yên herî girîng çi ne?

Kozên herêmê em deman dikin ji bo çêrandina pez. Lê belê ev têra pez nake. Car caran jî ji ber şewatên derdikevin û tên derxistin, çêrî gelekî kêm dibe. Lewra divê em ceh û kayê bikirin. Mînak min ji bo zivistana pêşiya me 200 ton ceh kiriye. Li gorî agahiyên dibêjin Çiyayê Bagokê hate şewitandin divê amadekariya me bêhtir be. Cihê ku em deman dikin diyar e. Di navbera xwe de jî em hidûd destnîşan dikin. Sê mehên zivistanê karê me êmkirina pez e. Li herêma Bagokê pirsgirêka herî mezin av e. Rojane çend seferên tankêran em diçin ji gundan ji bo pez avê tînin. Car caran jî em neçar dimînin bi heywanan, bi keran avê bikişînin. Li zozanan mirov kîlmotreyekê jî bikeve nava sînorê cîran pirsgirêk çênabe. Lê belê li deştê ne wisa ye. Ji ber ku sînorên gundan teng in, dema sînor tê derbaskirin jî pirsgirêk derdikevin. 

Bi pereyekî zêde em cihê lê mayîn û çêrandina pez kirê dikin. Ev ne bes e, divê destûra hêzên dewletê jî bê standin. 

We jî behs kir ku lingekî we li jiyana bajarvanî ye. Gelo hêdî hêdî dawiya çanda koçeriyê tê?

Ewilî di nav koçeran de xwende tune bûn. Berê dema kesekî Tirkîaxêv dihate gel me, em sed kesê koçer li wir bana, yekî ji me nizanîbû biaxive. Heta ku ji bo tercûmeyê kesek bihata. Niha ji malbata me bi dehan kes li zanîngehan dixwînin. Mirovên me jî fêrî rehetiya bajaran bûn. Gelek kes zehmetiyên jiyana koçeriyê êdî nadin ber çavên xwe. Gelek kesên ku dawî li koçeriyê anîn, niha li bajar û navçeyan dijîn. Her çiqasî xwedî derfet û rehetî jî bin, tim xweziya xwe bi demên koçeriyê tînin. 

Heya dawiyê em ê li ber xwe bidin. Xweşî û bedewiyên jiyana koçertiyê ji zehmetiyên wê bêhtir in. Mînak mirovên me yên li çolê, li deştê xwedî çend parçe erazî ne. Lê em koçer xwediyê tevahiya axa Kurdistanê ne. Em xwe wisa dewlemend û azad dibînin. Gav bi gav ji Nisêbîn a sînorê Sûriyeyê heta bi xeta sînorê Îranê gav bi gav em li tevahiya wê geriyane. Em wisa mezin bûne û me xwe wisa dîtiye. Em evîndarê her bosta wê axê, her lat û kevirê van çiyayan in.