Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê êrîşên komên çete, hêzên rejîma Baas û artêşa Tirk de bi daxuyaniyek da.
Daxuyaniyê de tê gotinku êrişê hevbeş ên komên çete yên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Sûriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa El Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê dewam dikin.
Li gorî daxuyaniyê van komên çete 23’ê Nîsanê bi şev ji herêmên Seken Şebab, Seken Şikeyf, Muselles û Eşrefiye li dijî taxa Şêx Meqsûd êrişek berfireh li dar xist û ev êriş hatin şikandin.
YPG´ê her weha da zanîn ku 23’ê Nîsanê danê êvarê rejîma Baasê jî bi balefiran êriş biriye der warên sivîlan ên taxa Şêx Meqsûdê. Di êrişê de gellek mal xirabûn û zarok jî di nav de 6 sivîl birîndar bûn.
Li ser êrişên DAIŞ´ê ên bi ser Kobanê de jî YPG´ê da zanîn ku 23’ê Nîsanê danê sibehî çeteyan ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êriş biriye ser gundên Hemam û Girê Sor ên li başûrê bajarokê Şêxler ê ser bi Kobanê. Çeteyên xwestin tekevin deverê jî piştî destwerdana hêzên YPG´ê ji wir reviyane.
Çeteyan heman rojê nîvê şevê jî bi çekên giran êrîş birin ser bajarokê Şêxler.
Heman rojê saet 11.00 û 13.30’an jî çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser başûr, rojava û başûrrojavayê bendava Tişrînê a li kantona Kobanê.
Êrîşên arteşa Tirk
YPG´ê li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser xeta sînor a Rojava jî got, “Di çarçoveya van êrişan de Arteşa Tirk 23’ê Nîsanê saet di 20.30’an de êriş bir ser hemwelatiyên sivîl ên nêzî gundê Ziyaretê ê li rojavayê Kobanê. Di encama vê êrişê de hemwelatiyekî me birîndar bû.”
NAVENDA NÛÇEYAN