Baban xebatên xwe yên radyoyî di sala 1958'an de û li Tehranê dest pê kir û weke berpirsê bernameyên beşa Kurdî, di radioya Tehranê de karê xwe berdewam kir.  Radyoya Kurdiya Tehranê, di payîza sala 1958'an de destpêkê rojane bi 15 deqeyan dest bi weşanê kir ku dawiye de saeta weşanê giha saetekî û bi herdu zaraveyên Soranî û Kurmancî bernameyên xwe pêşkêş dikirin.
Radyoya Kirmanşanê jî di dawiya heman salê de, bi saetek bernameya Soranî û 30 deqeyan bernameya Kelhurî dest bi weşanê kir.  Baban ji yek ji wan kesan bû ku çû Kirmanşanê û heya sala 1968'an berpirsê beşa Kurdiya radyoyê bû. Baban di sala 1959'an de tevî çend hevalên xwe, Bedîulzemanî, Ebdulrehman Siraceldînî, Sedîq Muftîzade û Şêx Abid li Tehranê rojnameya binavê Kurdistanê derxistin. Şukrullah Baban bi xwendina helbestan di radyoya Kirmanşanê de navdar bû û hate naskirin, ji xeynî bêjerî, helbest xwendin, nivîskarî wergêran jî kir. Kurd û Kurdistan, Selahedînê Eyubî qehremanê Kurd, Gulzara Kurdistanê û ferhenga farsî-Kurdî ji berhemên Baban in. 

ANF/SORAN