Me doh bi nûçeyeke kurt bi we dabû zanîn ku çalakgerên înîsiyatîfa Rheinmetall Entwaffnen (Rheinmetallê bê sîleh bikin) avahiya Meqamê Federal ê Elman ê Aborî û Kontrola Îxracatê (BAFA) nêzî bajarê Elmanyayê Frankfurtê, li Eschbornê dagir kiriye. Wan weke sedema çalakiya xwe gotibû, li vê avahiyê 99,2´yê tevahiya firotina ber bi derve ya sîlehan ji Elmanyayê tê erêkirin. Gava me nûçe amade dikir, hîna çalakiyê dewam dikir. Çalakgeran 6 saetan avahî dagir kir. Çalakgeran di heman demê de dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û firotina sîlehan ji bo Tirkiyeyê jî rûreş kir.

Di nava çalakgeran de yên Young Struggleê jî hebûn. Ji bilî çalakgerên avahî dagir kirî, qederê 100 çalakgerên din jî li ber avahiyê destek da wan. Di çalakiya li ber avahiyê de alayên YPG´ê jî hatin hildan û bi pankart û peyaman çalakgeran dagirkeriya bi destê dewleta Tirk a li rojava rûreş kir.

Pankartên li ser wan nivîsandî “Defend Rojava- Rojava biparêze”, “Die Fraunrevolution verteidigen-Şoreşa jinê biparêze” hem li hundirê avahiyê û hem jî li derveyî wê hatin daliqandin. Berêvarî polîs bi gazê êriş bire ser çalakgeran û du ciwanîn çalakger kirin nezaretê.

Destûran hemûyan betal bikin

BAFA yek ji du meqamên federal ên Elman e ku destûra îxrackirina sîlehan dide şirketên weke Rheinmetall, Thyssen, Krupp, SIG Sauer.

Di dema çalakiyê de bi belavokan hat gotin, Elmanya bi firotina sîlehan di şeran de şirîk e û wan ev daxwaza hanê ji BAFA´yê kir: “Em ji BAFAʼyê dixwazin ku destûrên îxrackirina sîlehan hemûyan tavilê betal bike. Di şerên li dijî hiqûqa navneteweyî yên weke yên li bakurê Sûriyê û Yemenê, hevkariya xwe ya şer rawestînin. Li deverên krîzê ji bo aştiyê zend û bendan vemalin, destûrê nedin komkujiyan. Îxrackirina sîlehan bi dawî bikin.”

Çalakgeran herî dawî banga beşdariya çalakiyên li Munchen û Berlînê kir. 15 Sibatê wê li Munchenê Konferansa Ewlekariyê bi meşekê bê protesto kirin û 5´ê Gulanê jî bi rasthatina civîna Civata Giştî ya Rheinmetallê, ev şirket wê bê protestokirin.

 

 FRANKFURT