Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ji bo ku deverên ji aliyê DAIŞ´ê dagirkirî yên Dêra Zorê rizgar bike û dawiyê li xetera vegera wê bigire, pêngava Bagera Cizîrê ji nû ve da destpêkirin. Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ye, qonaxa temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê ragihand. Fermandariyê diyar kir ku ew ê bi vê pêngavê deverên di bin dagirkeriya DAIŞ‘ê de mayî bi temamî rizgar bikin. Pêngava Bagera Cizîrê ya li rojhilatê Dêra Zorê ku ji ber êrişa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê sekinîbû, doh ji nû ve dest pê kir. Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê têkildarî Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyek da raya giştî. Careke din dest bi êrîşan kirin Daxuyanî ji aliyê Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Leylewa Ebdella û ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xwele ve hate dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin, li ser navê gelên Sûriyeyê û mirovahiyê ew ê şerê terora DAIŞ‘ê bikin û bi vî rengî dewam kir: “Wek tê zanîn çeteyên DAIŞ‘ê bi têkbirina aramiya li herêmê, li hin deverên nêzî sînorê Iraqê bi cih bûne. Bi vê yekê re DAIŞ hewl dide hebûna xwe a li herêma me berfireh bike. Demên dawî ji van deveran çeteyên DAIŞ’ê careke din dest bi êrişan kir. Li dijî vê hewldana dagirkeriyê, em weke Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê radigihînin ku em ê van deverên mayî ji hebûna DAIŞ‘ê paqij bikin. Bi vê armancê amadekariya hêzên me di asta herî jor de ye.” Bi beşdariya hêzên Koalîsyona Navdewletî  Her wiha hat diyarkirin ku qonaxa temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê bi beşdariya hêzên Koalîsyona Navdewletî dest pê kiriye û daxuyaniyê wiha dewam kir: “Şervanên me wê di vê qonaxê de hemû deverên li rojhilatê Dêra Zorê rizgar bikin û sînorê Iraq û Sûriyeyê ji xetera terora DAIŞ’ê xelas bikin. Di vê qonaxa dawî de, artêşa Iraqê jî wê destekê bide hêzên me. Armanca me ew e ku bi paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê, Sûriyeke Demokratîk ava bikin. Hemû pêkhateyên me ji Ereb, Kurd, Suryan û Tirkmen wê ji bo parastina yekîtî û serweriya welat bi hev re tevbigerin.” Pêngava Bagera Cizîrê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo paqijkirina erdê Dêra Zorê ji DAIŞ‘ê roja 9’ê Îlona 2017’an dest pê kiribû. Lê belê piştî ku dewleta Tirk 20’ê Çileyê 2018’an ji bo dagirkirina Efrînê dest bi êrişê kir, şervanên QSD’ê biryar dabûn ku operasyonê bisekinînin. ANHA/DÊRA ZOR