Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dawiya sala 2018’an gerîlayê wan ê Elman Bager Nûjiyan (Michael Panser) şehîd bûye.

HPG’ê got, “Artêşa TC a dagirker 14’ê Kanûna 2018’an li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke hewayî pêk anî. Di encama êrişê de hevrêyê me yê Elman, Bager Nûjiyan (Michael Panser) şehîd bû. Agahiyên der barê hevrêyê me Bager Nûjiyan wiha ne:

Nasnav: Bager Nûjiyan

Nav paşnav: Michael Panser

Cihê jidayikbûnê: Elmanya

Dayik-Bav: Bettina-Hans Ulrich

Dem û cihê şehadetê: 14’ê Kanûna 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê”

HPG´ê ji bo Bager Nûjiyan dibêje, wî di lêgerîna xwe ya felsefîk û îdeolojîk de felsefeya Rêber Apo nas kir û sala 2017’an de tevlî nava refên PKK’ê bûye.

HPG dide zanîn ku Bager Nûjiyan zû fêrî Kurdî bûye, fêrî gerîlatiyê bûye û bûye milîtanekî mînak. HPG´ê navê wî tevî înternasyonalîstên di nav refên Tevgera Azadiyê de hilda û got, “Mîna hevrê Hakî Karer, Kemal Pîr, Andrea Wolf (Ronahî), Uta Schneiderbagner (Nûdem), Jacob Riemer (Şiyar), Sarah Handelmann (Sara) û gelek cangoriyên me yên înternasyonalîst hevrê Bager beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Bû mînakek ji piştevaniya gelan û bi nirxên ku di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de afirandî bû xwedî cihekî taybet.

Em sersaxiyê ji malbata Panser a hêja re dixwazin û di şexsê hevrê Bager Nûjiyan de şehîdên xwe yên înternasyonalîst careke din bi bîr tînin û soz didin, ku em ê nirxên şehîdên xwe bigihînin asta serketinê.”

 

  ANF/BEHDÎNAN