
Şervanên QSD`ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, doh nava rojê 4 gundên din ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 26`an de dewam dike. Şervanên QSD`ê li baskê Cezrat gundên Hermûşiya Biçûk, Hermûşiya Mezin, Til Kesra û Til Ebû Fehet, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Di encama şerê rizgarkirina gundên navbirî de, 20 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Operasyona paqijkirina gundên navbirî ji bermahiyên çeteyan dewam dike.
Li Baskê Mergeda jî ji pêr ve di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ´ê de şer dewam dikir, li vir şervanan heta doh danê sibehî deh gundik rizgar kirin. Di şer de li vir herî kêm 5 çete hatin kuştin, 2 keleşnîkof, 1 BKC, tivingekek nêçîrê, tivingeke Burno, 2 top û çekeke RBC kete destê şervanan.
Li Baskê Siwer jî balafireke keşfê ya çeteyan kete destê şervanan.
DÊRA ZORÊ