Silêmanî bajarek e ku di dawiya sedsala 18'an de ji navçeyeke piçûk (belkî ji gundekî mezin) veguherî bajarekî. Ev veguherîna/bûna bajêr biryara mêrekî bû. Ev bajarê Îbrahîm Paşayê Baban e ku ji bo bavê xwe Silêman Paşa sala 1784´an daye çêkirin. Bi vî rengî wî navenda Mîrtiya Baban ji cihekî teng ê ku fireh nabe hiland û anî li vê nîv-deşta cîranî çiyayan (Azmer, Goyica û Qeywan) û çolên germ danî. Navenda Mîrtiya Baban a beriya wê belkî bêhtir mêr bû: Şarezûr cihek bû ku çêtir rêbiran dikarî xwe lê bigirin û karwanan bişelînin. Îhtîmal e ku bi vê mekandariya Şarezûrê mîrîtî xurt bûbe û pêdiviya wê bi Silêmanî çêbûbe. Bi her halî ha bi vî rengî devera Zamwa vediguhere bajarê Silêmanî.


Ji deh hezaran ber bi milyonan ve

Silêmanî yek ji sê navendên wilayetên li Herêma Başûrê Kurdistanê ye, lewre Kerkûk û Mûsil ji wan nayên hesêbê tevî ku navenda Kerkûkê di destê hêzên Kurd de ye. Serjimara bajêr 26 salan piştî damezrandinê qederê 2 hezar malbatan e, piştî 120 salan serjimar hêna li derdora 10 hezaran e. Ev serjimar sala 1947´an dibe 23 û 500, û 1998´an ev serjimar dibe 548 hezar. Îro serjimara bajêr qederê 2 milyonan e û piştî 2003´yan ango hilweşîna rejîma Baasê li Iraqê pirraniya vê serjimarê li navenda bajêr bi xwe dimîne; ango bêhtir ji milyonek mirovî li navenda bajêr in.


Jin weke dîmenê pêşxizmetiyê

Li kolanan, li sûka bajêr a servekirî û sergirtî, li kahwexane, li daîreyên fermi, li hotelan, li balerfirgehan bajar eşkere dibêje ez mêr im. Mêrekî weke hûtan ku bi tenê li kêm cihan û bi awayê dixwaze destûrê dide reng, deng û dîmenê jinê. 


Ango jin heye, lê jineke çawa! 

Li Silêmanî ya ku herî zêde xwe di çavên mirovan de diçikîne û dibêje "ha min bibîne" ew e ku tevî krîza aborî jî li her deverî jinên (û kêmtir jî be mêrên) biyanî ku pirraniya wan ji Bangladeşê ne, darî çav in. Ew kolanan paqij dikin, ew li kafeyan xizmetê dikin, ew paqijiyê li hotel û daireyên fermî dikin, xizmetên gastronomiyê ew didin. Wekî din jî mirov rasta gelek navendên peydekirina kar a ji bo biyaniyan dibîne ku di reklamên wan de bi tenê jinên ku weke pêşxizmetên navmalê xuya ne. Ango çerxeke modern a pêşxizmetî û koletiyê li ser jinên biyanî hatiye ferzkirin û kî biçe Silêmanî, wê bivênevê vî dîmenî bibîne. 


Klîşeya pêşmergeyên jin

Di dema hevdîdarîbûneke kurt a bi fermandareke pêşmergeyan re min xwest vî dîmenê min dîtî parçe bikim û biavêjim aliyekî, wî dîmenî weke pêşhukmekî mehkûm bikim û xwe, mejiyê xwe jê bişom. Lê mixabin, pêşmergeyên jin jixwe bi serê xwe dîmekî seyr in, ew di nava milyonan de çendek in, di nava hezaran pêşmerge de çendek in. Jixwe ji bilî hewldana jinên başûr jî pêşverû ne, nedikarî peyvên maqûl û rexneyên cidî îfade bike. Ma mirov bi dîmenê wî hûtê mêr ê Silêmanî wekî din dikare çawa gotinên maqûl ên li ser wekheviya di maf û derfetan de ya jin û mêran bipeyive! 


Mêraniya bazara fuhûşê

Yek ji nîşanên mêraniya bajêr a herî eşkere, ew jinên biyanî bûn ku roja înê li navenda bajêr, weke meydana li cem Baxî Giştî li aliyê wê yê destpêka sûka sereke, heta li ser rêya Mewlewî bi xwe û li holên hotelên mezin li benda mişteriyan bûn. Vî dîmenî xwe li deverên herî sembolîk ê bajêr venedişart. Beriya niha jî di çapemeniya cîhanê de nûçeyên li ser jinên ji Îranê hatibûn belavkirin û hîna nû weke krîzekê xwe dabû der ku ji penaberên xwe li Başûrê Kurdistanê girtî jî jin ketine destê çeteyên fuhûşê û bazareke mezin a fuhûşê li bajarên Başûrê Kurdistanê hatiye danîn. Divê ev bazara fuhûşê û sîstema koletiya modern a karkerên biyanî ji hev cuda neyên nirxandin. Herdu jî xwe disipêrin heman mentiqê ku mirovî di asta "mal" de dibîne û wisa jî pê re miamele dike.


Çep û rasta berxwedanekê

Helbet, wê nerast be mirov bibêje, "Silêmaniyê bi tevahî xwe bi dest vê dagirkeriya mêrane ve berdaye". Berxwedaneke pirr alî a li dijî vê heye ku carinan bi xwe hin "mêrbûnên" din ên bajêr derdixe holê û carinan jî bi xwezayîbûna xwe bîhna mirovî tîne ber. Yek ji van ew keviyên bajêr in ku xwe ji himehima bajêr vedidize û derfeta anonîmbûneke komî dide malbat, ciwan û jinan. Ev anonîmbûn ji bo hin azadiyan ferzek e. 

Rast e li Silêmanî çandeke qehwexaneyan heye ku derfetê dide hin jin û mêran, û ciwanan ku li wan li civakîbûnekê bibanin. Lê ev derfeteke buha ye û bi destê herkesî nakeve. Ji ber wê jî Çiyayê Azwer bi quntar û kimtên xwe bûye seyrangehekê ku mekanên "neasayî" diafirîne ji bo welatiyên bajêr. Mekanên ne asayî yên reqsa li derve, seyranê û ya herî muhim jî vexwarina alkolê. Vexwarina alkolê li vir ne bi tenê vexwarina alkolê ye, di heman demê de pêkanîna azadiyekê ye. Li vir başî û xirabiya vexwarina alkolê bi xwe ne cihê minaqeşeyê ye; cihê minaqeşeyê ew e ku mekanên taybet afirîne ji bo bêtêsîrkirina vê qedexeyê yan jî eyba civakî-ayînî. Ji ber wê jî rastî û şaşiya wê li aliyekî, ev rengekî berxwedanê ye. 

Li aliyê din dema mirov berê xwe dide mekanên mîna Şahrî Ciwan ku ji civatên taybet, xwedî pere û erk hatine veqetandin, ew ji bo şikandina vê berxwedanê ne ku rûyê berxwedêriyê bi temamî vedişêrin û perdeyan datînin pêşiya wê. Ango ew keçbûna qismî ya di nava malbat û komên xortan de xwe li quntar, sirt û kimtên Azwerê dide der, di nava çadir û çarşefan de tê veşartin û ji bo civaka serwer, serdest, neqene û desthilat li mekanên taybet tê hepskirin.


Gûzfiroşî û bîhna cehterê

Bazara kevin a bajêr û sûka sereke ji wan mekanên "urban/bajarî" ne ku hîna bîhna berxwedana civaka Kurd ya ji rêûresmê, jina Kurd, rengê jinê û azadiya jinê xwe lê dide der, li ber xwe dide û heta şerekî dike ji bo şikandina wî dîmenê "mêr" û koledar ê bajêr. Jineke pora wê spî, navsere, di destekî wî de çixareyeke pêçayî, di destê din de gûzşikênek. Li ber gûzên xwe yên ji Hewramanê rûniştî, li aliyekî gûzan dişkîne û li aliyê din hilmeke kûr li cixareya xwe dide. Li çep û rastê wê jinên din ên di temenê wê de, hineke jê ciwantir û çend mêrên navsere hene: ew jî gûzan, cehtera çiyê, parpar û pincarên mayî difiroşin. Erê difiroşin, lê ne ji bo karekî zêde; pirr eşkere ye ku bamyayên kîloya wan bi hezar dînarî hêjayî heqê xwe ne, lê ne gezoyên sê caran pakêtkirî û pakêt biriqandî yên nîv kîlo bi 22 hezar dînaran. Ha bi jin û mêran, ev jinane bûna bazarê bi pistînî jî be di guhê mirovî de dibêje, jinbûn û jinanebûna bajêr li berxwe dide li dijî koledariya modern a li ser jinê bi rengên cihê ferzkirî. Ji ber wê jî li kafeyan jineke bi zarok a besteniyê dide zarokên xwe di nava dîmenê serdest ê mêr ê ku jin tê de koleyeke modern a ji "Bangladeşê" ye, berxwedanek e, weke gûzfiroşî û bîhna cehterê ku berxwedanke jinê ye, yeke jinane ye.   


LUQMAN GULDIVÊ