
Bajarekî êdî wenda, ku di dema sefera Skender a ber bi Mezopotanya, Îran û Hindistanê de ku di Kurdistanê re derbas dibû, hatibû talankirin, li Başûrê KUrdistanê bi kolanên arkeolojîk ji binêî erdê hat derxistin. Ev bajar beriya bi dehsalan bi wêneyên satelîtan hatibû kifşkirin.
Ji cihê ku bajar lê re, xelkê Başûrê Kurdistanê dibêje, Qeletga Derbend, û ev dever yek ser li ser rêya Skenderê Mezin bû. Skender beriya ku Cenga Gawgamela bi Dara yê Sêyem re bike, ev bajar feth kiriye. Li şûna vî bajarê antîk tesîra greko-romen heye; mehserên şerabê û peykerên şikestî yên mihtemelen xwedawendên greko-romen Persefon û Adonîs temsîl dikin.
Bi wêneyên satelîtên îstîxbaratê
Ji British Museumê arkeologê kolanê bi rê ve dibe, John MacGinnis ji The Timesê re dibêje, “Demên destpêkê ne, lê belê em difikirin ku ev bajarekî zindî bû li ser rêya ku ji Iraqa kevin diçû Îrana kevin. Hûn dikarin wan mirovan bînin ber çavên xwe ku şerab ji eskeran re dikişandin.
Salên 1960´an wêneyên ji satelîtên îstîxbarî yên Emerîkî ji bernameya Coronayê hebûna mekanekî şûnwarekî kevnar li nêzî Derbendî Ranya li Başûrê Kurdistanê nîşan dida. Lê belê ev agahî veşartî bû. Dema ku hat eşkerekirin jî, arkeologên British Museumê xwe avêtin ser û paşê bi wêneyên ji dronan li deverê gelek blokên kevirî hatin tesbîtkirin pê re jî nîşaneyên avahiyîn mezintir ên di bin axê de jî xuya bûn. Tevî ku arkeologan bi hebûna vê şûna kevnar dizanî jî, ji ber bêîstîqrariya siyasî ya li deverê demeke dirêj ti kolan nehat kirin.
Arkeologan nêzî bajêr perestgehek vedît û di nava wê de peykerên şikandî ku yek ji wan jî mêrekî tazî bû ku muhtemelen temsîla Adonîs e.
Keleheke mezin û bajarekî greko-romen
Hîna van salên dawiyê ev dever têra xwe ewle bû ku arkeologên British Museumê karibin kolanan lê bikin. Û dema wan ji nêz ve berê xwe da vî şûnwarê kevnar, wan komeke dêwane ya amûr û dîzikan peyde kir. Li gorî seramîkên hatî dîtin, herî kêm beşek ji bajêr bi destê Skîtan yan jî bi destê xelkê Helenîk ên ku piştî Skenderê Mezin hukm li deverê kirî di sedsala yekem yan jî duyem beriya mîladê de hatiye avakirin. Partiyan paşê dawî li hukmê Skîtiyan anî û muhtemelen wan li bajêr hin surh zêdekirine li dijî Romayiyên hingê sefer dibin ser herêmê.
Li şûnwarî keleheke bi bedenên mezin heye, wekî din hin avahî hene ku dişibin mehserên ji bo çêkirina şerabê. Wekî din li du avahiyan jî tuxle hatine dîtin ku bi wan ser banan tê girtin û ev jî îşaret bi tesîra greko-romen dike.
Li başûrê şûnwarî jî ji keviran perestgeheke mezin hatiye dîtin û ew peykerên li jor behsa wan hatî kirin jî di vê avahiyê de hatine dîtin.
Li Derbandî Ranya destpêka dîrokê nîne
Nêzî Derbendî Ranya arkeologan şûnmayiyên bajarekî kevindtir ê ji serdema Asûriyan mayî jî vedîtin. Ev şûnmayiyên keleheke ji sedsala 8´an yan jî 7´an beriya mîladê ne û 6 metroyan stûr in. Mihtemelen jî ev cihekî ji bo kontrolkirin aderbasbûna xelkê di derbendê re bûye. Li heman cihî goreke ji sedema partan tevî pereyên ji wê serdemê hatine vedîtin. Li ser kêla gorî jî nivîsiye: “Şahê şahan, ew ê adil, ew ê darîçav, ew ê dostê Yewnanan, ew şahê ku şerê artêşa Romayiyan a bi serkêşiya Crassus li Carrhaeyê kir sala 54/53 beriya Mîladê.”
Li gorî vê nivîsê, ev gor a Şahê Partan Ododesê Duyem e ku hukmê wî ji beriya mîladî 57´an heta 38´an dewam kriye.
Bi her halî, Kurdistan hem malzaroka şaristaniyên heyî ye û hem jî gelek şûnwaran di hembêza xwe de dihewîne ku divê bên vedîtin.
NAVENDA NÛÇEYAN