Li Zanîngehê li gel çend hevalên xwe sekinîbû ku ji wan niha tenê du kes mane û hemû şehîd bûne. Di destpêka sala 2000´î de careke din bêhna şoreş û serîrakirinê li zanîngeha Urmiyê dihat. Di wan salan de êdî Îran bi vê yekê hesiyabû û hêdî hêdî dest bi girtin û êşkenceyan dikir. Herku sal dibihurî û tevgera ciwanan li vê zanîngehê zêde dibe zextên rejîmê jî zêdetir dibûn. Hêzên ewlekariyê ew koma ciwanên zanîngehê nas dikir, di serî de rojnameyên Kurdî ku derdixistin, girtin. Merasîm û êvarehelbest qedexe kirin. Hewa zanîngehê mirov difetisand. Ew ji me hemiyan bîhtir difetisî, xema payîzeke westiyayî li ser rûyê wî rûniştibû. Xwe li nav pelên zer ê li qiraxa hewşa zanîngehê dida û bi seatan dimeşiya. Rewşa heyî ew bêzar kiribû, mayîna li wir bêwate bûbû êdî. Stargehek me hemiyan hebû, ew jî dengê saza wî bû. Me bi saza wî hemû êşên xwe ji bîr dikirin. Berfa sibatê, Urmiyê di bêdengiyê de veşartibû. Bajar wek hestên me bûbû, me reş li xwe kiribû lê bi kirasê spî şîna êşên xwe dikir. Di kirasê spî yê bajêr de Argeş careke din welidîbû û rêya xwe dîtibû. Bajar dayîka cilspî bû ku zaroka xwe li ser berfê anîbû û paşê ji ser hişê xwe çûbû. Bêdeng mabû, belkî jî miribû, kesî nedizanî, wî bixwe jî nedizanî. Ya rast xeyalek li ser berfê hatibû dinê. Li wir kes nemiribû, jiyanekê destpê dikir.

 Di wê bêdengiyê de kes nebû em xatir jê bixwazin, saza wî bi dîwar ve aliqî mabû, hêj dihejiya. Te digot qeyê ew jî dixwaze wek me vî bajarî bi cih bihêle. Lê me soz dabû Urmiyê, me soz dabû ji bo dilaramiyê wî helbest û sazekê bihêlin. Û me wisa jî kir. Em di dawiya rêya bajêr û di destpêka rêya çiyan de ne bi tenê bûn. Bi carekê me dît gelek bi me re li ser berfê dimeşin. Me bajarek bi gelek hêviyan li pey xwe hişt û em bi rêketin. Me soz dabû heta hetayî emê bi hev re bimeşin. Û me carekê dît ku em dîsa xatir ji hev dixwazin, êdî veqetîn jî hebû. Yê ku beriya me hemiyan destpê kiribû, Manî Kiyaksar paşê Brûsk û piştre tu… 

Hûn hemû jî bêxatir xwestin çûn. Hûn dizanin li hewşa zanîngehê hê jî hêviyên keçên bêçare di xişxişa pelên zer de dimire. Hê jî dayikên cilspî li ser berfê zarok ber wan diçe û dimirin. Hûn dizanin hê jî li Urmiyê berf dibare û kirasê spî li xwe kiriye. Êdî derdê vî bajarî gelek e, hûn jî derdekin ji derdê vî bajarî. Lê dibêjin li deşta Mêrgever gelek şilêr şîn bûne, ew gulên ked, evîn, bawerî û qehremantiya we ne. Dibêjin Gulan hatiye bajêr, bi xemên we ve hatiye lê sor e û dev bi ken e. Gulan bi dengê saza Argeş serxweş e. Herçend bêhna barûtê ketibe axa wê jî lê dîsa ji bo bedewiya çavê Argeş şîn dibe. Dîsa dengê sazê baweriya wî şîn dike di bajarê birîndar de. Bi birînên xwe mezin dibin zarokên Urmiyê, ji bo birînên Argeş. Sazê lê didin zarokên welatê wî ji bo dengê gurîna balafirên bêbextan xewa çavê Argeş nebe. Êdî bajarek bi Argeş re li sazê dide û distirê. Êdî li vî bajarî bi hezaran Argeş li ser berfê ji dayik dibin, dayika wan namire, zarok ji ber naçe. Êdî her sibatê bi hezaran Argeş li ser berfê dimeşin û dil didin çiya.