Hejmara penaberan a li Kurdistanê dema dawî gelekî zêde bû. Bi rêya penaberên ji derve, hewl tê dayin demografiya bajarên Kurdan bê guhertin.
Her roj bi sedan penaber tên bajarên Bakurê Kurdistanê. Dewleta Tirk van penaberan li bajarên Wan û Bedlîsê bi cih dike. Ev yek Plana Şark Islahatê tîne bîra mirovan ku sala 1925’an ji bo Tirkkirina bajarên Kurdan hate amadekirin.
Mîna vê polîtîkaya asîmîlasyonê, niha jî pêkanînên bi heman rengî li bajarên Kurdan bi cih tên anîn. Dema dawî bi hezaran penaber anîn navçeya Tetwan a Bedlîsê. Ji Efxanistan, Kirgizistan, Tirkmenistan û komarên Tirk ên li Asya Navîn, penaberan tînin. Ev mirovên ji aliyê dewleta Tirk ve tên anîn, di serî de Tetwan li bajarên herêmê yên Kurdan tên bicihkirin. Nifûsa Tetwanê 100 hezar e. Bi hezaran penaber li navçeyê hatine bicihkirin û bi vî rengî hewl tê dayin ku nifûsa navçeyê were guhertin.
Ruh bi siyaseta Evren tînin
Şêniyên navçeyê balê dikişînin ser zêdebûna penaberan: “Piştî hilbijartinên 24’ê Hezîranê hejmareke zêde ya penaberan hatin. Weke ku hinek niha wan bi zanebûn tînin. Armanc ji vê yekê guhertina demografiya Bedlîsê ye. Berê jî bi vê polîtîkayê tevgeriyan, lê encamek negirtin.”
Sala 1982’an Kenan Evren ji bo guhertina demografiya herêmê, Kirgiz anîbûn herêmê û li herêma Komkujiya Zîlanê lê hate kirin û dewletê dest danî ser, ew hatibûn bicihkirin.
ANF/BEDLÎS