Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bajarokê Dişîşayê bi temamî ji DAIŞ'ê paqij kir.
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ku 3'ê Hezîranê ji nû ve dest pê kir, şervanên QSD'ê berê xwe da bajarokê Dişîşa û gundên li derdora wê. Şervanan bajarokê Dişîşa doh ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.
Gelek serçete lê bûn
Şervanên QSD'ê piştî rizgarkirina bajarok, dest bi paqijkirina herêmê ji mayin û bermahiyên çeteyan kir. Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku li Sûriye û Iraqê derbên giran xwarin û têk çûn, Dişîşa ji bo xwe weke baregehekê bi kar dianîn û gelek serçete lê bûn. Dişîşa li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê weke navendeke girîng a DAIŞ'ê bû.
DÊRA ZORÊ