
YEKO ARDIL / BERLÎN
Fîlmê dokumanter ê bi navê Bakur yê li ser jiyana gerîlayên PKK´ê hatî amadekirin li paytexta Elmanya Berlînê pêr cara ewil derket pêşberî temeşavanan. Fîlmê ku ji mêj ve ji aliyê meraqdarên jiyana gerîla ve dihat payîn bi erênî hat pêşwazîkirin.
Fîlm di salona sînemaya UNION THEATAR de ji aliyê 160 kesî ve hat temaşekirin. Li pey fîlm derhêner Ertugrul Mavîoglu derbarê fîlm de li gel temaşevanan gotûbêjek li dar xist.
Mavîoglu der barê çêkirina fîlmê de got ku dema paş ve vekişîna gerîlayan de ew wek rojnamevan çûye herêma Metîna û wiha behsa vê yekê kir: “Wê demê wî bi Bahoz Erdal re hevpeyvînek dirêj a bi qasî 6 saetan çêkir. Di dawiyê de min jê re pêşniyaz kir ku ka em nikarin vêna vegerînin fîlmekî dokumanterî. Her wisa ev ji aliyê rêveberiya KCK ê ve hat erêkirin û min pêşniyaz ji Çayan Demirel re bir. Dixwazim bêjim ku min û Demîrel jî hevdu di dema berxwedana Parka Geziyê de nas kiribû. Ev xebateke seranser veşartî bû û me derbarê rê, rêbaz, cih û warên lê geriyan de ji ti kesî re heta bi malbata xwe re jî ti tişt negotin. Ev xebata me bi qasî 4 mehan dirêj bû.
Gerîla parastina aştiyê dike
Hin ji wan gerîlayan ku ez bi wan re peyivîm, li deverên cihê jiyana xwe wenda kirin. Di nav wan de Gulan a li Kobanê û Çiyagerê li Sûrê wek mînak in. Di çavên hemûyan de jî ronahî hebû, belê hin ji wan ronahiyan vemirîn, lê ronahî her berdewam dike.”
Di dawiyê de derhêner Mavîoglu pirsên temaşevanan bersivandin. Xaleke kêmasî ya di fîlm de ji aliyê temaşevanan ve hatî dîtin û rexnekirin jî behsnekirina yek ji damezrînera PKK ê û pêşenga têkoşîna jina azad Sakîne Cansiz bû.