Hunermend û xebatkarên saziyên çandî yên hemû navçe û navenda Amedê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li dijî Kantona Kobanê berê xwe dan Rojava. Hunermend û xebatkarên Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn, Konservatuara Aram Tîgran, Navenda Çanda Dîcle û Firatê, Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn li ber avahiya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn kom bûn û daxuyaniyek dan û piştî daxuyaniyê berê xwe dan Rojava. Hunermend Farqîn, Bulent Turan, Ayfer Duztaş, Meral Tekçî û bi dehan hunermend û xebatkarên saziyên çandî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Bêdengbûn hevkarê şer e

Li ser navê hunermendan Farqîn daxuyanî xwend. Farqîn, diyar kir ku êrîşên çeteyên ku hêzên emperyalîst ên navteweyî û teşeronên wan ên herêmê piştgiriyê didin ên li ser dilê Şoreşa Rojava, Kobanê ne tesadûf in. Farqîn, destnîşan kir ku ev şoreşa ku pêk hatiye tirs û xofek xistiye dilê hêzên emperyalîstan ji ber vê jî dixwazin şoreşê bifetisînin û wiha axivî: "Ev hişmendiya çeteyan ya ku dixwaze bi xwînê dahatuya azad, wekhev û demoktatîk a mirovahiyê bi dest bixe, ji bo ku bigihije armanca xwe bi wehşeteke ku di dîrokê de tune ye tevdigere. Ew kes û hêzên ku li hemberî vê wehşetê bêdeng dimînin, di dîrokê de wek hevkarên vê wehşetê werin nîşandan."
Farqîn, anî ziman ku ew ji ber van sedeman dê li hemberî vê wehşetê bêdeng nemînin û nebin hevkarê vê sûcê û wiha berdewam kir: "Li ser bingeha 'Hunermend wijdana gelan in' em dixwazin bibêjin ku piştgiriya berxwedana Kobanê berpirsyariya me ya bingehîn û sincî ye. Em ji bo ku perbirsyariya xwe bi cih bînin ji bo her tiştî amade ne." Farqîn, di serî de bang li PDK'ê ew bangî hemû hêzên kurd ên birêxistinbûyî dikin ku bêyî tu hincetan nîşan bidin piştgiriyê bidin têkoşîna Rojava û Kobanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû hêzên navneteweyî li hember van êrîşan bêdeng bimîne di dîrokê de wek hevkarên vê qirkirinê bibin."  Piştî daxuyaniyê hunermendan bi sloganên "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Şehîd namirin" bi 6 minîbûsan berê xwe dan Rojava.

Êlihiyan çûn sînorê Kobanê

Di pêşengiya Partiya Heremên Demokratîk (PHD) a Êlihê de ji bo xwedî li berxwedana Kobanê derbikevin, 20 wesaît welatî çûn sînorê Kobanê. Welatî li ber avahiya Şaredariya Êlihê li hev kom bûn û li wesaîtan siwar bûn. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, endamên meclîsa giştî yên bajêr û endamên meclîsa şaredariyê ji di nav gelek welatî bi10 minibûs û 10 wesaîtên taybet ji Êlihê çûn navçeya Pirsûs a Rihayê. Ji gelek bajar û navçeyên bakûr gel berê xwe da ser sînorê bakûr û Rojava. 

DIHA/AMED/ÊLIH