Piştî ku hêzên QSD´ê ji bo rizgarkirina Reqayê Hemleya Xezeba Firtatê dan destpêkirin, ev hemle ket qonaxa xwe ya çaran. Di hemleyê de ku li gelek bereyan bi pêş dikeve, doh herî zêde li Tebqayê û li bereya bakurê Reqayê şer dijwar bû.

Çeteyên DAIŞ′ê xwestin li eniya bakurê bajarê Reqqa êrîşên hemwext pêk bînin û li ser bersivdayîna şervanên QSD′ê, li gelek deveran şer rû da.

Çeteyên DAIŞ′ê hewl dan li bakurê bajarê Reqqayê, bi awayekî hemwext êrîşî gundên Bîr Cerbo, Cerwa, Royan û Um Tenek ên rizgarkirî, bikin. Şervanên QSD′ê yekser bersiva êrîşa çeteyan da. Di encamê de, li derdora van gundan şerê dijwar dest pê kir û gelek çete hatin kuştin. Heta saeta amadekirina nûçeyê jî vî şerî dewam dikir.

Li hawîrdora Tebqayê şerê dijwar

Çeteyên DAIŞ′ê li navenda Tebqayê jî di nava dorpêçê de di rewşeke xirab de ne û ji bo şikandina dorpêçê, bi çekên giran êrîşî 10 nuqteyên şervanên QSD′ê yên li derdora Tebqayê kirin. Li van nuqteyan şer heta saeta amadekirina vê nûçeyê jî dijwar dewam dikir.

Çeteyên DAIŞ′ê bi armanca şikandina dorpêça QSD′ê, doh danê sibehê saet 05.00′an bi çekên giran û êrîşkarên xwekuj, li gelek deverên derdora Tebqayê dest bi êrîşeke nû kir. Li başûr li gundê Ayid Kebîr û Cebel Ebû Cabir, li milê başûrrojava li derdora balafirgeha leşkerî û gundê Icêl, li bakur rojava û başûrê Tebqayê li gundê Îbad û Sahil El-Xeşeb şerê dijwar rû da û doh hîna dewam jî dikir.

Di şer de gelek ji çeteyan hatin kuştin û birîndarkirin. Lê hejmarek zelal dema me nûçe amade dikir, nehatibû ragihandin. Çeteyan xwest, cebilxane û hêzên teqwiye derbasî aliyê başûr bikin. Şervanan li nêzî gundê Ayid Kebir, li vê hêza çeteyan da. Maşineyeke tijî cebilxane hate rûxandin û 2 maşîneyên din hatin derbkirin.

Her wiha li nêzî Ayid Kebîr, serçeteyekî DAIŞ′ê tevî çend çeteyên din, hatin kuştin. Li vê qadê şervanan piştî şikandina êrîşê, dest bi operasyona paqijkirina herêmê kir. 


REQA