Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, doh li Minbic û Efrînê bi 100 hezaran nîştecihên herêmê daketin meydanan û destwerdanên dewleta Tirk şermezar kirin. Di xwepêşana li Minbicê de Fermandarê Tabûrên Şems El-Şîmal Mihemed Ebû Adil got: "Ji bo Efrînê, em ê hemû xwe bikin mertal."


Doh bi boneya şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Kantona Efrînê û herêmên Şehba, gelê bakurê Sûriyê daket meydanan û piştgiriya xwe ya ji bo Efrîn û Şehbayê îfade kir.

Li Efrînê bi beşdariya hezaran welatiyan, meşa li dijî êrîşên dewleta Tirk dest pê kir. Beşdarên meşê ku hejmara wan zêdeyî 100 kesî ye, dirûşmeya “Efrîn mezintir e” û “na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re” gotin. Welatiyên ji hemû netewe û mezhebên herêmê, mil bi mil daketin meydanan û bi yek dengî hevgirtin û berxwedana pêkhateyan ragihandin.

Di meşê de ji zarokê 7 salî heta kalûpîrên 70 salî hazir bûn û nîşaneya serketinê hildan. Xwepêşandanê ji pêşiya Heyva Sora Kurd dest pê kir û welatiyan berê xwe da kolana sereke a rojavayê bajêr û gel li stadyûma 19´ê Tîrmehê rawestiya.

Hejmara beşdaran ji 100 hezarî derbas kir ku di nav de kesên ji hemû pêkhateyên herêmê hebûn. Her wiha partiyên siyasî, endamên Saziyên Civaka Sivîl, Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, YPG, YPJ, YAT`ê û hêzên taybet ên asayîşê, asayîşa Tirafîkê û Hêzên Parastina Cewherî amade bûn.

Di xwepêşandanê de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, têkoşeran û alên TEV-DEM`ê, Kongra Star, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê, YPG, YPJ`ê, Asayîşê û Hêzên Parastina Cewherî hatin hildan. Dîsa di meşê de cil û bergên Kurdî jî balkêş bûn.

Beşdaran pankertên bi Erebî û Kurdî hilgirtin û li ser nivîsîn ”Efrîn mezintir e”, “Efrîn û Şehba ji terora Erdogan xurtir in”, "na ji dagirkeriya Tirkiyeyê dijî Efrînê re”, “Efrîn bajarê Şehîdan e û destê dirêjî bibe dê bişke” û "Efrîn dê bibe gora çeteyên Erdogan û hevkarên wî.”

Hêzên asayîşê xwepêşandan parast.


'Em ê li hember terora dewleta Tirk bisekinin'

Bi sedan kesên ji Minbicê daketin kolanan û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Kantona Efrînê û herêmên Şehba, şermezar kirin. Li ser banga Komîteya Ciwan û Werzîşê û bi mebesta şermezarkirina êrîşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê, bi sedan Minbicî li çarxereya Kure El-Erdiyê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Di meşê de, Hevserokên Meclîsên Qanûnsaz û Rêveber, Cîgirên wan, endamên komîteyan û saziyên leşkerî û sivîl, şandeyek ji Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê.

Meş ji çarxereya Kure El-Erdiyê destpê kir û ber bi meydana giştî ya bajarê Minbicê ve çû. Di meşê de çalakvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên silavkirina berxwendana Efrînê û redkirina dagirkeriyê hildan.  Her wiha alên Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk, Meclîsa Minbicê ya Leşkerî, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Meclîsa Jinê ya Minbicê hatin rakirin.

Dema meş gihîşt meydana giştî, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê Farûq El-Maşî axivî û êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin û got: "Em li Minbicê li rex gelê me yê Efrînê ne, ew birayên me ne. Minbic  jî ji êrîş û tewanên terorê yên AKP`ê xelas nebû”.

Farûq El-Maşî  bal kişand ser  projeya AKP`ê li herêmê û wiha pê de çû: "Projeya AKP`ê li herêmê destekdayîna terora DAIŞ`ê ye û ji nû ve ruhpêanîna serdema Osmaniyan e”.


Berxwedan wê mîna Kobanê be

Hevseroka Desteya Ciwan û Werîşê ya Kantona Cizîrê Hemrîn Elî, Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Sozan Salih û ji Rêveberên Meclîsa Jinê li Minbicê Meha Elî jî axîvin. Axaftvanan êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrîn û Şehbayê şermezar kir û hevgiritna di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyê de li hemberî êrîşan, dubare piştrast kirin.

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Tabûrên Şems El-Şîmal, Mihemed Ebû Adil di meşê de axivî û got: "Em ê ji bo Efrînê hemû xwe bikin mertal. Em niha Reqayê rizgar dikin û li Efrînê jî wekî Kobanê li ber xwe didin.” 


 EFRÎN




Hedef projeya demokratîk e


Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Ewrûpa Sînem Mihemed têkildarî êrîşên Artêşa Tirk ên li dijî Efrînê û koçkirina welatiyan ji herêmên Şehba axivî. Sînem di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku êrîşên Tirkiyeyê gelek gundên sînorî ruxandin, mal wêran kirin, erdîngariyeke fereh ji zeviyên welatiyan şewitandin û bi ser de jî qurbaniyên sivîl çêbûn.

Nûnera rêveberiyê bi bîr xist ku Efrîn her dem bi saya têkoşîna şervanan li hember terorê bûye keleh û got: "Gelê Efrînê deriyê xwe ji koçberên ji şerê Sûriyeyê revî re, vekir û bû stargeha hemû pêkhateyan. Lewma niha bi vê rengîniya xwe bûye nimûneya jiyana ewle.”

Sînem Mihemed dest nîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk, ewlehiya herêmê û geşedana aborî hedef digire, dixwaze gelê Kurd neçarî koçberiyê bike û nasnameya wî ya çandî tine bike. Mînaka ber bi çav jî siyaseta ku li herêmên Babê û Cerablusê dide meşandin e ku pê re dixwaze çaxê Osmaniyan vegerîne.

Di dawiya gotinên xwe de, Mihemed daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku li hember êrîşên Tirkiyeyê bi berpirsyarî tev bigerin û bang li rêxistinên mafê mirovan û dezgehên ragihandinê kir ku desteka gelê Kurd bikin û rastiya li holê derxin ser ekranan.