Şandeya Rojava ji Berdevkê fermî yê Komîteya Karûbarên Siyasî ya Meclîsa Zagonsaz Ebdilkerîm Umer, Hevseroka Meclsîa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed û Berpirsiyara Têkliyên Derve ya Partiya Yekîtiya Suryanî Rîm Mesûd pêk dihat bi senatorên Italî re hevdîtin pêk anîn. Şande li avahiyan Sînatoran a Îtaliyayê ji aliyê Peabody Maas fornire, Alina Verura û Stefano Milolisti ve hatin pêşwazî kirin. Di civîna li vir de rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî hate gotûbêjkirin.


Soza alîkariyê dan

Nûnerên Îtaliya diyar kirin ku wan bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re li hevkirine û dane zanîn ku aloziya Sûriyê bi diyalogê tê çareserkirin û soz dan ku dê rewşa mirovî li Rojavayê Kurdistanê lêkolîn bikin û alîkariya bi welatiyên Rojava re bikin. Şandeyê her wiha di avahiya perlemana Îtaliyayê de bi Berpirsiyarê Têkliyên Derve ya Partiya Çep û Ekolojîkê û Endamê Perlemana Îtaliyayê Arturo Sokoto re civiya. Sokoto kêfxweşiya xwe bi serdana Rêvberiya Xweseriya Demokratîk anî ziman û diyar kir ku Însyatîfa Kurdî ya ji bo demokratîkkirina Sûriyê çareya aloziya Sûriyê ye û soz da ku dê rastiya Rojava ku rastî ambargoyê û êrîşên çeteyan tê ji perlemana Îtaliya û Ewropa re ragihîne.

Li parlementoyê hevdîtin

Li aliyekî din şandeya rêveberiyê bi Tevgera 5 Stêrkên Îtaliyayê re civiya. Ev tevger yekem û mezintirîn tegera opozîsyona Îtaliyayê ye û 160 endamên wê di perlemana Îtaliyayê de hene û 60 senatorên wê jî hene. Şande ji aliyê nûnerên tevgerê Cîgirê Serokê Komîteya Parastinê ya Perlemana Îtaliyayê Massimo Artini û Endamê Komîteya Têkliyên Derve ya Perlemana Îtaliyayê Martha Kranda ve hate pêşwazîkirin. Massimo Artini axaftinek kir û got metirsiya DAIŞ’ê û gelek tabûrên radîkal li dijî herêmê û cîhanê ye, emê şandeyek ji parlemenê ji bo çavdêriya hilbijartinan bişînin Rojava. Şandeya Rojava li navenda Komeleya Ararat a Çand û Hunerê semînerek lidar xist. Di semînerê de bi dehan welatiyên Kurd ên li Îtaliyayê dimînin beşdar bûn. Semîner ji aliyê radiyo Ondarosa FM ve hate şopandin.

Li Strasbourgê hevdîtin
Li aliyê din Heyeta Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) hevdîtinan dike.  Serokê Konseya Neteweyî ya Suryaniyên li Sûriye û Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Basam Ishak, Wezîrê Têkilkiyên Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo û Nûnerê BDP'ê yê li Konseya Ewropayê kar dike Fayik Yagizay der heqê danûstandinên xwe de agahî dan. Heyetê bi Seroka Komîsyona Karên Hiqûqî û Siyasî ya MPKE û wezîra berê Theodora Bakoyannis, ji wezîrên berê yê Fransayê Jean-Marie Bockel, raportora berê ya Tirkiye û Iraqê Josette Durrieux, Serokê Koma Demokrat a Xiristiyanan Agramount ji Sekreteriya Giştî ya KE Zolten Taubner û gelek hevdîtinên din kir û got, "Me di hevdîtinên xwe de ne tenê ji bo Kantona Cizîrê, der heqê Rojava, Sûriye, Rojhilata Navîn de me agahî dan û pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkêş kirin. Mûxatabên me di van mijaran de pirs li me kirin."  

 ANHA/ROMA/STRASBOURG