Hêzên rêjîmê şevê din agirbesta li bajarê Hesekê binpê kir û saet derdora 23.00’yan de li taxa Mesakin, Sûka bajar û Gaziya Merşo êrîşî bendên kontrolê yên Asayîşê kirin. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê jî bersiv da û pevçûn derketin. Hêzên rêjîmê her wiha li taxa Neşwa Şerqî êrîşî bendên kontrolê yên asayîşê jî kirin. Li vir jî hêzên Asayîşê besiv dan û pevçûnên dijwar derketin.
Şer û pevçûnan heta saet 04.00’an dom kir. Saet derdora 05.15’an de hêzên rejîmê dîsa êrîş kirin û pevçûnan dîsa destpê kir. Pevçûn herî dawî li nêzî dêra Asuriyan a li Taxa Mesakin, başûrê Gaziya Marşo, li nava suka bajar li derdora Nexweşxaneya İsam Bexdê, taxa Neşwa Şerqî dewam dikir.
Bi balafiran li cihê sivîl dan
Balafirên şer ên hêzên rejîma Sûriyê herêmên sivîlan ên bajarê Hesekê, doh bombebaran kirin. Di bombebarana balafirên rejîmê ya li ser bajarê Hesekê de navenda Asayîşê û Navenda Têkiliyên Derve ya YPG’ê jî hedef hat girtin. Di pevçûnên heta niha de herêmek ji rejîmê hat paqijkirin û 10 leşker dîl hatin girtin.
Hêzên rejîmê ku nikarin xwe li hember darbeyên giran ên hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî bigrin, destpê bi hawanan êrîşî herêmên sivîlan kirin. Paşê jî bi balafirên şer dest bi topbarankirina herêmên sivîlan kirin. Balafirên şer ên rejîmê taxa El-Nasra ya bajarê Hesekê, bombebarankirin. Jina bi navê Ayşe Sali (20) jiyana xwe ji dest da û 9 jê zarok bi giştî 24 sivîl birîndar bûn.