Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker doh saet li derdora 12:10’ê şevê, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombe kirin. Di bomberdûmanê de du sivîl birîndar bûn.
Iraq û Hewlêr bêdeng in
Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker seat li derdora 12:10’ê şevê de, bombe li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî barandin. Bi bombebaranê 3 teqînên mezin pêk hatin. Di dema êrişa balafiran de balafirên keşfê jî li ezmanan firiyan.
Ji ber êrişa li ser Mexmûrê heta niha hukûmeta herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê dengê xwe nekirine û nerazîbûna xwe diyar nekirine.
Mexmûriyan êriş protesto kirin
Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê piştî birîndar birin nexweşxaneyê, li ber derê nexweşxaneyê kom bûn û helwesta xwe bi tundî raber kirin.
Endamê Meclîsa Gel a Mexmûrê Mihemed Goyî li pêşiya nexweşxaneyê peyamek da û got: “Divê em wargeh di hemû aliyan de baldar bin. Dijmin çiqasî teng dibe û derb dixwe sivîlan dike hedef. Em li dijî hemû êrişan yekîtiya xwe çêkin û xwedî helwesteke yek alî bin. Tevî her tiştî kombûna me ya gel di her şert û mercan de dike ku dijmin têk biçe. Goyî da zanîn ku di êrîşê de du welatiyên sivîl bi sûkî birîndar bûne.
2017 û 2018´an jî êriş kiribû
Hêjayî bibîrxistinê ye 13’ê Kanûna 2018’an balafiran bombe li Penaberên Mexmûrê barandibûn û di bomberdûmanê de sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûbûn. 6’ê Kanûna 2017’an jî balafiran li Mexmûrê da û di êrîşê de 5 endamên Hêzên XweParastinê yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bûbûn.
ANF/MEXMÛR