
Heyeta ji parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr, parlamenterê Sêrtê Kadrî Yildirim, parlamentera Stenbolê Huda Kaya, alîkarê Serokê Giştî yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Nazmî Gur, endama Desteya Rêveberiya Navendî Hatîce Altinişik ên HDP’yî û nûnera DBP’ê ya Hewlêrê Şîlan Emînoglû, li gundê Zergelê yê ku balafirên şer ên Tirk komkujî lê kirin, lêkolîn pêk anî.
´Bi awayekî vekirî li vir komkujî kirine´
Li dûv lêkolînan heyeta HDP’ê, tevî malbatên mirovên li Zergelê şehîd ketin, birîndaran û Hevşaredarên Binarê Qendîlê Mehemed Hesen û Emîne Xame, li cihê komkujî lê hat kirin, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li ser navê heyetê, parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr axivî û ev yek destnîşan kir:
“Bi komkujiya li vir re, dilê dayikên me şewitandin. Lê belê divê her kes zanibe ku gelê Kurd ti carî teslîmî zilm û zaliman nebûye. Ji niha û pê ve jî wê teslîm nebe. Armanca hatina me ya vir ew e ku weke Kurdên ji Bakur êşa dayikên dilê wan şewitiye, parve bikin. Li ser navê HDP’ê, li ser navê gelê Bakurê Kurdistanê em ji malbatên we, ji tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Armanceke me ya din a hatina vê derê; aşkerakirina rastiya komkujiyê û parvekirina wê bi raya giştî ya Tirkiye û cîhanê re ye. Di vê kêliyê de jî hikûmeta AKP´ê bi çapemeniya xwe re vê bûyerê weke komkujiyê pênase nake. Di daxuyaniyên fermî yên hikûmetê de tê gotin ku gerîlayên PKK’ê hatine bombekirin. Lê belê heyeta HDP’ê niha li cihê komkujiyê ye û em bi çavên xwe dibînin ku li gundekî sivîl lê dijîn, herî kêm 6 mal hedef hatine girtin. 8 mirovên me hatine qetilkirin, bi dehan mirov birîndar bûne. Di vir de ti şik û guman nîne. Balafirên şer ên Tirk bi awayekî vekirî li vir komkujî kirine.”
‘Em ê hewl bidin berpirsên komkujiyê bên darizandin’
Baydemîr da xuyakirin ku ji bo darizandina berpirsyarên komkujiyê ew ê bikevin nava hewldanan û got, “Weke heyetê, em ê ji niha û pê ve lêkolînên xwe kûrtir bikin û ji bo ronîkirina komkujiyê heta dawiyê bixebitin. Ji bo der heqê sûcdarên komkujiyê de doz were vekirin û bên darizandin, hem li Tirkiyeyê hem jî li meydana navneteweyî em ê bikevin nava her şêweyê hewldanan. Em ê rapora xwe pêşkêşî saziyên mafên mirovan ên li Tirkiye û meydana navneteweyî bikin. Lê belê bila her kes zanibe ku dayikên me ne bi tenê ne, ne bê xwedî ne. Agirê dilê wan şewitand, di heman demê de dilê 40 mîlyon Kurdan şewitandiye.”
‘Li hemberî me hemûyan hatiye kirin’
Osman Baydemîr axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Dema em hatin vê derê, me birîndarên xwe yên li nexweşxaneyên li Hewlêrê ziyaret kirin. Di dema lêkolînên me de, her kesî û her saziyê agahî da me, şahidên bûyerê yên bi me re hevdîtin kirin, anîn ziman ku bûyer qetilkirina sivîlan e, komkujiyek e. Ji bo dawîanîna li van operasyonan em careke din banga xwe dubare dikin. Ji ber ku em dizanin şer, êş, rondikên çavan û hilweşîn e. Ev êş û komkujî li hemberî me hemûyan hatiye kirin. Her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im û xwedî hestên însanî ne, divê li dijî vî şerê dewleta Tirk bisekine. Pirsgirêk ancax li dora maseyê çareser bibe. Ji ber vê yekê weke HDP em ji AKP’ê dixwazin ku li dora maseya diyalog û muzakereyê ya dayî erdê, careke din rûnê.”
ANHA/QENDÎL