Hêzên antî terorê yên Iraqê, ku doh danê sibehê Balafirgeha Mûsilê û Baregeha Leşkerî ya Xezlanê ku li rojavayê Mûsilê ye dorpêç kirin, her du cih ji DAIŞ'ê rizgar kirin.

Polîsê Federal ê Iraqê ragihand, Balafirgeha Mûsilê û Baregeha Leşkerî ya Xezlanê ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatine derxistin. Rayedarên artêşa Iraqê jî diyar kirin, operasyona rizgarkirina Mûsilê wê ji niha û pê ve ji Baregeha Leşkerî ya Xezlanê bê birêvbirin. Piştî ku rojhilatê Mûsilê di 26'ê Çileyê de ji çeteyan hat paqijkirin, Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî roja 19'ê Sibatê daxuyaniyek dabû û ragihandibû, ku operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê hatiye destpêkirin. 


 MÛSIL