Şerê leşkerên veqetiyayî
Li parêzgeha Idlibê şer û pevçûn di navbera artêşa Sûriyeyê û leşkerên ku jê veqetyane dem bi dem derdikevin. Li ser riya Mearet El Nûman leşkerên ji artêşê veqetyayî yên ku navê artêşa Sûriyeya azad li xwe dikin bi hêzên artêşê re şer kirin û di encamê de hin leşker hatin kuştin. Li Çiyayê Zawiye jî hate ragihandin ku 17 leşker ji artêşê veqetiyane.
Li navçeya Kefir Romê ya Idlibê jî artêşa Sûriyeyê bi tangên xwe derbasî nava navçeyê bû da ku zextê li xelkê wê bike ku zarokên xwe bişînin dibistanan.
Li gorî agahiyên ku yek ji rayedarên leşkerên veqetyayî dan televizyona Aljazeera bajarê Restenê ji her alî ve hatiye dorpêçkirin û ji bilî êrîşên bi topan balefirên şer jî tevli vê operasyonê dibin û bajêr topebaran dikin. Li gor agahiyên vî rayedarê leşkerî yê bi navê Muhemed Teysîr Yuniso bajêr ji alî yekîneya 14 û 18 ya hêzên bejahiyê ve hatiye dorpêçkirin. Li gorî agahiyên Yuniso derdora 20 malan hatiye rûxandin û ji bilî kuştiyan bi sedan birîndarên van êrîşan jî hene.
Li gorî agahiyên ji ajansa nûçeyan ya fermî SANA’yê li bajarê Restenê 7 leşkerên artêşa Sûriyeyê bi destê komên çekdar hatine kuştin û 32 leşker jî birîndar bûne. Li gorî rîwayeta fermî behsa veqetandina ji artêşê nayê kirin l êtê gotin ku hin komên çekdar derbasî Restenê bûne û piştî ku kiyarên hovane kirine û gelê bajêr bêzar kirine artêşê mudaxeleyî bajêr kiriye da ku wî ji komên çekdar rizgar bike. Her wiha li gorî nûçeyên vê ajansê artêş destwerdana xwe bi rengekî serkeftî berdewam dike û heta niha gelek endamên komên çekdar kuştine û gelek çekên wan jî hatine desteserkirin.
Ji aliyekî din ve bê navber hem xwepêşandan û hem destwerdana hêzên ewlekariyê bê navber derdewam dike.
ŞAM